Pevçûnên li Taksîmê didomin
Pevçûnên li Taksîmê didomin
Pevçûnên li Taksîmê didomin
Li ser banga Piştevaniya Taksîm bi armanca şermezarkirina gendeliyên hikûmeta AKP’ê girseya li Caddeya Îstîlal kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Girse bi dirûşmaya, “Diz heye” bersivê dide polîsan.
Li ser banga Piştevaniya Taksîm bi armanca şermezarkirina gendeliyên hikûmeta AKP’ê girseya li Caddeya Îstîklal kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de didomin. Girse bi dirûşmayên “diz heye” û “Hikûmet îstîfa” bersivê didin polîsan. Di mudaxeleya polîsan de gelek rojnamecan ji ava îsotan a polîs bi kar tînin bandor bûn. Li Kolana Zambak û Mîs ku pevçûn zêde bûn polîs bombeyên gazê jî bi kar tînin.
Li ser Caddeya Îstîklal jî hin koman bend danîn. Pevçûn berdewam dikin.