Pevçûnên li Çilaxa didomin
Pevçûnên li Çilaxa didomin
Pevçûnên li Çilaxa didomin
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketîn li derdora gundên Safa û Girhok yên başûrê bajarê Çilaxa şevêdin heta saetên sibehê dewam kiriye. Lê derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.
Hate ragiyand ku şerên duh li gundên Girhok, Sefa yê başûrê Çilaxa yên dinav bera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên El Qaîde de dijwar bibûn, şevêdên heta saetên sibehê dewam kir. Çavkaniyên herêmê ragihandin pevçûnên demî li herêmê didome.
YPG duh li dijî bargehên komên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra yên derdora gundê Girhok yê başûrê Çilaxe, operasiyonek li dar xistibûn. Di operasiyonê de gelek endamên komên çeteyên El Qaîde û El Nusra hatine kuştin û birdar bibûn.
Komên çeteyan duh êrîşî gundê gundê Sefa yê başûrê Çilaxe kiribûn û di encama bersivdayîna şervanên YPG'ê de pevçûnan rû dabûn. Di wan pevçûnan de gelek endamên komên çeteyên El Qaîde û El Nusre de hatibûn kuştin û birîndar kirin. Her wiha di pevçûnên li derdora gundê Sefa yê başûrî navçeya Çilaxa hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û ji wan 14 kuştî di destê YPG’ê de ne.