Pevçûnên Kampusa Cebecî ya AU'yê bi dawî bûn

Pevçûnên Kampusa Cebecî ya AU'yê bi dawî bûn

Pevçûnên li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqere (AU) bi pîrozbahiya Newrozê destpê kirin bi dawî bûn.

Xwendekarên li Kampusa Cebeciyê ya AU Newroz pîroz dikirin rastî êrîşa bi peywirdarên ewlehiyê ya bi kêran hatibûn. Di dema êrîşê de xwendekarek ji destê xwe birîndar bû. Xwendekaran mudaxele li xwendekarê birîndar kir û pişt re birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Enqere. Pişt re xwendekaran peywirdarên ewlehiyê ji qada Newrozê dûrxistin. Piştî xwendekaran li ber Fakulteya Ragihandinê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir hêzên çewîk ên polîsan ketin kampusê. Polîsan bêyî hişyariyê bikin bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî xwendekaran kir.

POLÎSAN AMBULANS ASTENG KIR

Di dema pevçûnan de gelek xwendekaran ji ber gazê bi bandor bûn. Polîsan di pevçûnan de xwendekar hedef girtin û bombeyên gazê avêtin û bombeyekî gazê li serê xwendekarekî ket. Xwendekarê bi giranî birîndar bû ji aliyê hevalên wî ve ji qada pevçûnê dûrxistin. Ji bo xwendekarê birîndar ambulans hate xwestin lê polîsan destûr neda ambulsan bikev kampusê. Xwenedekaran bi wesayîtekî sivîl hevalê xwe birîndar ji kampusê derxist birin nexweşxaneyê.

Polîsên hatin qada Newrozê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû" û "Ji Rosayan heta Sakîneyan soza we soza me riya we riya me" destser kirin. Di dema pevçûnan de polîsan bombeyên gazê avêtin polan jî. Mamosteyan jî bertek nîşanî polîsan da û demek dirêj bi polîsan re nîqaş kir.

PIŞTÎ PEVÇÛNÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ BERDEWAM KIR

Pevçûnên destpê kirin demek dirêj berdewam kirin. Piştî polîs ji kampusê derketin pevçûn bi dawî bûn. Xwendekar careke din hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Xwendekarên li nava kampusê agir hilkirin Newroz pîroz kirin.