Pevçûn heta derengiya şevê dewam kir

Pevçûn heta derengiya şevê dewam kir

Li Cizîrê, pevçûnên ji ber êrîşa polîsan a li meşa ji bo "Azadiya Ocalan" destpê kir, tevahiya şevê dewam kir. Piştî bûyerên li Nisêbînê jî 2 zarok hatin binçavkirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ji ber êrîşa polîsan a li meşa ji bo "Azadiya Ocalan" duh nava rojê pevçûn derket û heta nîvê şevê dewam kir. Ciwanên endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), duh êvarê rêya Nisêbînê li trafîkê girtin û kontrola nasnameyê kirin. Lê belê polîsên Tirk bi maşînên zirxî û bombeyên gazê dest li ciwanan werdan. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiv dan êrîşa polîsan û pevçûn derket. Pevçûn ber destê sibê bi dawî bû.

LI NISÊBÎNÊ 2 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, endamên YDG-H, danê êvarê li ser kolanên Sakarya û Şîrîn bend danîn, kontrola nasnameyan kirin, lê rastî destwerdana polîsan hatin. Ciwanan jî fîşekên hewayî û molotof kokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Piştî pevçûna ku nêzî 2 saetan dewam kir, polîsan du zarokên bi navê M.S. (16) û F.T. (15) bi hinceta tevlî bûyerê bûne, binçavkirin.