‘Pêvajoya aştiyê bi gotinan nayê hûnandin’

‘Pêvajoya aştiyê bi gotinan nayê hûnandin’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Gok di axaftina xwe ya li 1. Kongreya Asayî ya HDP'ê de diyar kir ku Tirkiye li ber guhertinên dîrokî ye û destnîşan kir ku ew dibînin eleqeya ji wan re li gelemperiya Tirkiyê tê nîşandan çawa deshilatdariyê ditirsîne.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Yavûz Onen jî bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û got, "Divê ev projeya çareseriyê xwedî aliyan be. Em bang li hikûmetê dikin ku gavên pêwîst biavêje. Pêvajoya aştiyê bi gotinan nayê hûnandin. Heta ku gava hatiye avêtin bersiveke cidî nebîne, aştî û demokrasî nayê."

1. Kongreya Asayî ya HDP'ê, bi şiyara "Ji bo ked, demokrasî, wekhevî û azadiyê, ji Geziyê heta Liceyê em bi hev re dimeşin" destpê kir.

Di kongreyê de destpêkê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Gok peyivî û diyar kir ku ewê hewl bidin vî karê xwe li gelemperiya Anatolî û Mezopotamyayê belav bikin.

'TIRKIYE LI BER GUHERTINÊN DÎROKÎ YE'

Gok da xuyakirin ku Tirkiye li ber guhertinên dîrokî ye û diyar kir ku nerazîbûna gelan a li dijî şerê li hemberî Kurdan, bi HDK'ê xwe daye der. Gok diyar kir ku bi Newroza 2013'an re ev şerê qirêj ber bi aliyekî cûda ve çûye û anî ziman ku tevgera Kurd di têkoşîna siyasî de biryara xwe daye. Gok ragihand ku Newroza Amedê şahiyek mezin e û got, "Hesreta jiyaneke nû, di çavên beşdarên Newroza Amedê de, şewq dida."

‘ME DÎT KU PÊWENDIYA JI ME RE TÊ NÎŞANDAN ÇIQASÎ DESHILATDARIYÊ DITIRSÎNE’

Gok bibîr xist ku ew li Sînopê dijî û got, "Ji Derya Reş heta Başûr, eleqeya ji me re tê nîşandan, me dît ku çiqasî deshilatdaran ditirsîne. Di berxwedana li ODTU de dirûşma "Bijî Biratiya Gelan" a Selahattîn Demîrtaş, gelekî mezin û girîng bû."

‘RAPERÎNA GEZÎ PÊWENDIYA XWE BI PÊVAJOYA AŞTIYÊ RE HEYE’

Gok da xuyakirin ku wê di serdanên xwe yên li Kurdistanê de dîtiye ku HDK bi giranî hatiye pejirandin û got, "Yekbûyîna têkoşîna wekheviyê, me bi çavên xwe dîtin. Me dîtin ku ev kar li qada Tirkiyê, civakî bûne. Ya ku têkoşînên şoreşgerî û têkoşîna Kurd nîşanî me da, rê û rêbazên afirandina civakeke nû ye. Em îro vê nîqaş bikin. Girînge ku em derkevin holê û vînê nîşan bidin. Ez di wê baweriyê de me ku raperîna Gezî bi pêvajoya aştiyê re eleqedar e. Tevgera civaka demokratîk, azadîperest û wekhev, rêyeke nû ji me re vekir."

Gok bal kişand ser tevgerên perwerde, hawirdor û jinê û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê li dijî sîstemê, li Geziyê derketiye holê. Gok diyar kir ku bindestiya Elewî, Suryanî û derdorên cûda yên baweriyan, ji bo wan parçeyek ji têkoşînê ye û ewê bi fedekariyeke mezin têbikoşin."

ONEN BI KURDÎ KONGRE SILAV KIR Û KOMKUJIYA LI ROJAVA ŞERMEZAR KIR

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Yavûz Onen, bi Kurdî silav da beşdarên kongreyê. Onen da xuyakirin ku emperyalîzm di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) de gelan li hemberî hev dide kuştin û got, "Di vê rewşa şer de bi taybetî li Sûriyê bawermendên Elewî û Sunî bi hev dixin û gelan dikin dijminê hev. Ez komkujiya li Rojava lanet dikim. Li Efganîstan, Pakîstan, Îran, Sûriye û herî dawî jî li Misrê, li hemberî gelan komkujiyên giran tên meşandin."

‘HETA KU GAVA HATIYE AVÊTIN BERSIVEKE CIDÎ NEBÎNE, AŞTÎ Û DEMOKRASÎ NAYÊ’

Onen da xuyakirin ku gava tevgera siyasî ya Kurd avêtiye, li dijî komkujiyan pêşketineke gelekî girîng e û got, "Divê aliyên projeya aştiyê hebin. Em bang li hikûmetê dikin ku gavên pêwîst biavêje. Bi bernameyên berçav tevbigere. Pêvajoya aştiyê bi gotinan nayê hûnandin. Heta ku gava hatiye avêtin bi awayekî cidî bersivê nebîne, aştî û demokrasî nayê. Di çarçoveya aştî û demokrasiya rastîn de, em weke HDP xwedî biryarin ku bi raya giştî re werin cem hev. Ji bo pêngava aştiyê ya tevgera siyasî ya Kurd bê hûnandin, em bi ezmûnên tevgera şoreşger a Tirkiyê li gel wan in. HDP projeyek nû û bi vî rengî ye."

Kongre bi axaftinan dewam dike.