Pêşnûmeya ku erka bikaranîna çekê dide nobedaran hate pejirandin
Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku erkê dide nobedaran ku çekê bi kar bînin, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin.
Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku erkê dide nobedaran ku çekê bi kar bînin, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin.
Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku 18 xalan pêk tê û rê û rêbaza kar, wezîfe û erka nobedaran diyar dike, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin.
Li gorî qanûna ku erka nobedaran zêde dike, nobedar wê karibin kesên ku der barê wan de biryara girtinê yan jî zevtkirinê heye bigirin û radestî hêzên ewlekariyê yên giştî bikin. Nobedarên Sûk û Taxê her wiha wê karibin çekê bi kar bînin û bi zordarî tevbigerin.
Her wiha pêşnûme qanûn erkê dide nobedaren tax û sûkê ku dest li xwepêşandanên protestoyî werdin, li nasnameyê bipirsin, mirovan sax bikin û çekê bi kar bînin.
Li gorî vê yekê, nobedar "Heta ku hêzên ewlekariyê bên wê karibin li dijî meş û xwepêşandanan tevdîran werbigirin."