Pêşnûmeya BDP’ê ya makeqanûnê li Meclîsê ye

Pêşnûmeya BDP’ê ya makeqanûnê li Meclîsê ye

Rêxistina BDP'ê pêşnûmeya makeqanûna nû pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. BDP'ê di pêşnûnameyê de wiha got: "Komara Tirkiyeyê li ser esasê parastina mafên mirovan tevdigere. Dewleta hiqûqê ya demokratîk, laîk û civakî ye.”

Partiya Aştî u Demokrasiyê (BDP) pêşnûmeya makeqanûnê yên ji beşên destpêkê, malî û aborî û her wiha hukmên taybet û hukmên dawî pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşnûmeya makeqanûnê ya pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin de xalên girîng cih girtin. Pêşnûma bi sernavê "Pêşnûmeya Makeqanûna Komara Tirkiyeyê" hat amadekirin.

Di destpêka metna makeqanûnê de  wiha hat gotin: "Em wekî gelên Tirkiyeyê bawer dikin ku hemû kes û gelên Tirkiyeyê xwediyê azadiya mafên mirovahî û gerdûnî nin. Em qebûl dikin ku bêyî ku nijad, ol, ziman, mezhep, nasname, zayend û û koka irsî bê cudakirin û redkirin, hemû kes wekî hev e û kes ne zêdeyî kesê din e. Hemû nasnamên cuda, çand, ziman û baweriyên cuda, di bin ewlehî û stara makeqanûnê de ye. Em cudabûna xwe û pir-rengiya xwe wekî xerça yekitiyê qebûl dikin. Em ferz dikin ku dewlet di hemû çalakiyan de edaletê esas bigire. Divê di her rewşê de mafê azadiya heq û hiqûqê esas bigire û mîsoger bike. Em li ser dewletê vê yekê wekî erk dibînin. Em wekî kes û civaka ku aştiya ebedî dixwaze û bi vê biryarê tedikoşe, ji bilî mafê parastina rewa, şer û bikaranina hêza li dijî mafê azadiya gelên din red dikin. Tê armanckirin ku rûmeta mirovan, serdestiya hiqûqê, azadiya mafan, û wekheviyê esas bigire. Disa tê armanckirin ku hevsengiya xwezayê bê parastin û hevsengiya mirov û xwezayê ya bi hevre esas bê girtin. Hedef dike ku hemû kes bi hev re û di nava xwezaya hevpar, xweşî û pergalek dehmokratîk de cih bigire. Em vê makeqanûnê bi girêdana van nirxan û vîna me ya jiyana hevpar qebûl dikin û teyît dikin. "

Di metnê pêşnûmayê de wiha hat gotin: "Komara Tirkiyeyê li ser esasê parastina mafên mirovan dev digere. Dewleta hiqûqê ya demokratîk, laîk û civakî ye. Devlet; têkildarî bîrdozî, bawerî, ol û şêwaza jiyanê piraniyê nas dike û li hemberî aliyê piranî yê civakê bê alî dimîne. Dewlet divê nekeve bin bandora tu ol, bîrdozî, bawerî û şêwazên jiyanê. Divê tesîrê li ser wan jî neke. Avakirina îdarî ya dewletê li gorî navendîbûna ademî tê dîzaynkirin. Yekîtiya axa dewletê nayê destdayîn." Di berdewama pêşnûnayê de hat zanîn ku li Tirkiyeyê li gel zimanê tirkî zimanên din jî li gorî herêman divê wekî zimanê duyemîn ê fermî bi biryara meclisên herêmî bên qebûlkirin."

"Ala dewletê wekî di makeqanûnê de heye rengê zor û heyv û stêrka spî ye. Stirûda neteweyî 'Sirûda Îstiklalê' ye. Paytext Enqere ye. Zimanê Tirkiyeyê yê fermî tirkî ye. Lê hemû welatî xwedî mafin fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin, mafê perwerdehiyê bibinin. Dîsa zimanên din, li gorî herêman bi biryara meclisên herêmî wekî 2'emîn zimanê fermî bê qebûlkirin. Her kes xwedî maf e ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe û perwerde bibe. Divê dewlet, wekî mîrateya çandê ji hemû zimanan re hurmetê bigire. Xwedi peyvir e ku zimanan biparêze û pêş bixe."

DIVÊ DEWLET CUDABÛNA GELAN A SIYASÎ Û ÇANDÎ NAS BIKE

Di berdewama metînê pêşnûmayê de wiha hat gotin: "Armanca dewletê ya sereke maf û rûmeta mirovan biparêze. Dîsa maf û azadiya mirovan biparêze. Hemû astengiyên li pêş azadiyê rake. Ji bo nirxên maddî û manevî pêş bixe divê hemû derfetên xwe pêşkêş bike. Dewlet xwedi erk û peyvir e ku aramî, ewlehî, refaha dewletê pêş bixe û li ser esasê cudahiya siyasî û çandî avahiya piraniyê nas bike û biparêze."

Di berdewana metîn de wiha hat gotin: "Çavkaniya tenê ya Gelê Tirkiyeyê. Gel desthilatiya xwe ji hilbijartina ku bi zagonên esasî hatine nîşandan û dengdana gelan distîne. Bi rêya înîsiyatifa gel û esasên ku makeqanûnê danîne, organên zagondanîn, daraz û rêveberiyê bi destê xwe bikar tîne. Mafê zagonçêkirinê aydî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û Meclisên Herêmî ye. Mafê Revebirina makeqanûn jî li gorî zagonan li ser esasê rêveberiya navendiya amedî ji aliyê Serokomar, Lijneya Wezîran û Serokên Herêman tê meşandin. Daraz peyvira xwe li gorî zagon û makeqanûnê serbixwe bi cih tîne. Li gorî pîevan û rêgezên nateweyî û navneteweyî tev digere û ev mafê wê veşarî ye."

DAHAT Û LÊÇÛNÊN GELEMPERIYÊ

Di dirêjahiya metîn de wiha hat gotin: "Dahat û lêçûna gelemperiyê li gorî bandor û fêdebûna civakê bi awayekî pir zelal û tevlêbûna biryara tevahî tê meşandin. Hemû hatina li ser navê civakê tê komkirin û hemû lêçûnê li ser navê civakê tê xerçkirin, divê di bin agahî venêrtina Meclisa Tirkiyeyê de be. Pêşxistina aborî û bilindkirina civakê bi awayekî demokratîk tê plankirin. Divê dewlet aboriya welat bi tevlêbûna rêveberiyê û venêrtinê hemû tedbîran distîne. Plan divê pêşxistin û bilindkirinê esas bigire û zanyarî, polîtîkaya teknolojiyê pêk tîne. Dema zanyarî û teknolojiyê bikar bîne divê çavkaniyên xwezayî xerç neke. Divê ji bo aramî, pêşketina civakê û parastina xweazyê û parvekirina adîlane esas bigire. Parastina derdorê, perwerdehî, tenduristî, ewlehî û hemû pêdiviyên civakê yên bingehîn esas digire û diparêze. Çavkaniyên xwezayî û hevsengiya ekolojiyê esas digire. Dîsa polîtîkayên hevsengiya xwezayê ya polîtîkayên enerjiyê esas digire. Disa pêşxistina wekhevî û hevsengiya abori ya di navbera herêman de esas digire. Divê pereyên ji parastinê re tê qedantin ji pereyên perwerdehî, tenduristî û ewlehiya civakê pir kêmtir be.

Di xalên taybet ên metîn de jî wiha hat gotin: "Divê zerara şer bê tesbîtkirin. Divê kesên ji ber şer ji cih û warên xwe hatine qetandin dîsa karibin li cihê xwe vegerin û piştgiriya aborî bê dayîn. Divê qadên jiyanê yên hatine wêrankirin, zeviyên hatine mayinkirin, ji nûve bên paqijkirin û zerar bê telafîkirn. Divê ji bo tazmînatê komîsyonek li meclisê bê avakirin. Divê saziyên sivîl ên civakî û beşên civakê di nava komîsyonê de cih bigirin.

MAFÊ KÊMARAN

Divê mal û mulkên aydî kêmaran ku ji aliyê waqif û xezîneyê ve hatine desteserkirin dîsa li xwediyê wan bê îadekirin.

Di dawiya pêşnûnayê de jî wiha hat gotin daxwazên ji bo guhertina makeqanûnê 2 caran pêşkêşî lijneya giştî tê kirin. Guhertina makeqanûnê ger ku ji aliyê 5/3 (Ji 5 paran 3 paran) an jî ji 3 paran 2 par erê kir tê erêkirin. Ger ku ev pêk nehat Guhertina makeqanûnê ji aliyê Serokomar ve pêşkêşî civakê tê kirin.