Pêşî li tedawiya girtiyê nexweş Erol Zavar tê girtin

Di çalakiya "Rûniştina F" de, ku cara 245'an tê lidarxistin hat gotin, tedawiya girtiyên bi kansera mîzdankê Erol Zavar tê astengkirin. Çalakgeran xwestin Zavar derhal bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, vê hefteyê cara 245. li meydana Galatasarayê "Rûniştina F" lidar xist.

Hevseroka ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen li vir daxuyanî da, bal kişand ser pêkanînên Rewşa Awarte û got, "Li girtîgehê girtiyên nexweş ji bo karibin bijîn, gelekî li ber xwe didin. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Tedawiya hin ji wan qet nayê kirin."

Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtî Erol Zavar ê bi kansera mîzdankê ketiye û got, "15 caran emeliyat bûye û bi qasî 50 tumor ji bedena wî hatiye derxistin. Nexweşiya wî ne tenê kanser e. Ji bilî kanserê nexweşiyên koah, mîgren, astim, nordula tîroîd û menuskus jî di çonga wî de heye. Ji bilî van hemûyan, di dema dawî de di dilê wî jî de, nerehetî der bû û ji ber vê yekê divê anjiyo bibe. Dema ji bo anjiyo ew dibirin nexweşxane, ji ber ku di lingê wî de platîn heye, deng ji cîhaza X-ray hat û xwestin wî tazî bikin û bi vî rengî lê bigerin. Zavar li dijî vê derket, lê gardiyanan êrîşî wî kirin û ew nebirin nexweşxaneyê. Zavar çend hefte ne anjiyo nebûye."

Çevîrmen xwest Zavar bê berdan û were dermankirin.