'Pereyê yên destekê didin DAIŞ’ê di bankayên Swîsreyê de ne'
'Pereyê yên destekê didin DAIŞ’ê di bankayên Swîsreyê de ne'
'Pereyê yên destekê didin DAIŞ’ê di bankayên Swîsreyê de ne'
Berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê mohra xwe li kongreya Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP) da. Desteya rêveber a navenda partiyê, di kongreya xwe de, di serî de Swîsre, bang li hemû welat û saziyên navneteweyî kir ku erka dikeve ser milê wan pêk bînin.
Kongreya Delegeyên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê weke her salên buhrî, îsal jî pêk hat. Berxwedana bêhempa ya Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê mohra xwe li kongreya da. Di kongreya li bajarê Liestal a Baselê pêk hat de, hemû endamên partiyê Wezîrê Navxweyî yê Swîsre Alain Berset û parlamenterên partiyê amade bûn. Di kongreyê de polîtîkayên hukûmetê û partiyê hatin gotûbêjkirin û bal kişandin ser desteka navneteweyî ya di warê aborî û leşkerî de ji bo DAIŞ’ê pêk tê.
BILA SWÎSRE ROLA XWE QEBÛL BIKE
Di kongreyê de pêşniyarên têkildarê berxwedana Kobanê û hewldanên ji bo çareseriyê ku ji aliyê Rêveberiya Navendî ya Partiyê ve hatibû amadekirin, hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DAIŞ bi çekên di destê xwe de ji bo herêmê xeteriyeke mezin e û ji dewleta Swîsre hate xwestin ku rola xwe ya di bûyerên li herêmê de qebûl bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DAIŞ hema ji ber xwe ve derneketiye holê û hate diyarkirin ku Tirkiye û Erebîstana Siûdî û dijminên herêmê yên Sûriye û Iraqê destekê didin DAIŞ’ê.
‘KURDÊN JI BO MAFÊN MIROVAN TÊDIKOŞIN BÊ PARASTIN IN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çekên ku DAIŞ bi kar tînin çekên her çar welatên navborî ne û hate destnîşankirin ku berpirsên sereke yên van çekan jî welatên bazirganiya çekan dikin, ku Swîsre jî di nav de ye. Her wiha, hate bibîrxistin ku DAIŞ bi van çekan li dijî Kurdên ku li herêmê ji bo mafên mirovan têdikoşin, bi kar tînin û Kurd bê parastin in.
TIRKIYE LI HEMBERÎ GELÊN XWE MEŞRÛYETA XWE WINDA KIRIYE
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rola Swîsreyê jî di çêkirina sînorên herêmê yên ku ji aliyê welatên emperyalîst ve hatine danîn de heye û hate gotin ku tu wateya van sînoran ji bo gelên li herêmê tune ye. Her wiha hate diyarkirin ku van welatan van sînoran di çarçoveya berjewendiyên xwe de danîne û ji ber ku Tirkiye û welatên Kendavê destekê didin DAIŞ’ê, tu meşrûyeta van welatan ji bo gelên herêmê nemaye.
SWÎSRE JI BER POLÎTÎKAYÊN XWE YEK JI BERPIRSÊN ŞER E
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Swîsre li Rojhilata Navîn aktoreke girîng e û bal kişandin ku di hemû bûyerên li herêmê de xwedî roleke girîng e û hate ragihandin ku Swîsre bi awayekî yekser bazirganiya çekan bi Tirkiye û welatên din ên ku destekê didin DAIŞê re dike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Swîsre di dalên 2009-2013 de bihayê 800 milyon frank (pereyê Swîsre) çek firotiye Tirkiyeyê û ji Swîsreyê hate xwestin ku hemû têkiliyên xwe yên li ser esasê leşkerî yên bi Tirkiyeyê re qut bike.
PEREYÊ WELATÊN DESTEKÊ DIDIN DAIŞ’Ê DI BANKAYÊN SWÎSREYÊ DE NE
Hate diyarkirin ku pereyên ji welatên destekê didin DAIŞ’ê yên Tirkiye û welatên Kendavê di bankayên Swîsreyê de ne û hate destnîşankirin ku bi van pereyan gelên herêmê yên bê parastin têne qetilkirin. Bang li Swîsreyê hate kirin ku demildest dest ji hevkariya xwe ya ji bo polîtîkayên şer berde û destekê bide Kurdên ji bo mafên xwe têdikoşin.
Her wiha, ji hikûmet û dewleta Swîsreyê hate xwestin ku Swîsre ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin destek bike û ji bo pêşveçûna van hevdîtinan, yekser bi rayedarên NY’yê re hevdîtinan pêk bîne.