PENa Kurd betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC şermezar kir
PENa Kurd betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC şermezar kir
PENa Kurd betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC şermezar kir
PENa Kurd der barê betalkirina lîsansên televîzyonên Kurdî ROJ TV, NÛÇE TV û MMC destnîşan kir ku kengî dewleta Tirkiyeyê û dewleteke Ewropî li ser danûstendinên bazirganiyê li hev rûniştinibin yek mijarên sereke bûye ziman û mafên Kurdan ku li gorî daxwazên Tirkiyeyê ev maf hatine binpêkirin û got ku ew biryara Dadgeha Danîmarkayê di vê çarçoveyê de digirin dest.
Navenda PENa Kurd bi daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi serenava “Ji raya giştî û çapemeniyê re” biryara dadgeha Kopengahê betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar kir û têkildarî dîrokçeya sansûrê ya li ser bindest û komên wek yên ‘din’ tên terîfkirin û wiha got, “Di dîroka dunyayê de bi hezarê salane sansûr heye. Ji Împaratoriya Romayan heta dewletên nûjen ên vê serdemê sansûr bi awayekî berdewam e. Dewletên îro li hember dijberên xwe, li hember neteweyên bindest û li hember hemû kes û komên ‘din’ kêm an zêde sansûrek pêk anîne. Ev sansûra îro li hember Kurdan dixwaze bê kirin hinekî ev yek e.
PENa Kurd bi van sererêzan bang li nivîskar, rewşenbîr û gelê Kurd dike:
“Em weke neteweya Kurd ji roja roj de heta îro me tu zordarî û neheqî li tu neteweke din nekiriye lê yê nerast be ku ji îro pê ve em bihêlin tu dewlet û organîzasyon li dijî berjewendiyên neteweya Kurdan ew qas bi rehetî tevbigere û neheqiyê bike.
Ji ber vê yekê jî em dixwazin bala hemû nivîskar û rewşenbîrên PENa Navneteweyî bikişînin ser vê meseleyê ku tenê televizyonên me yên li derveyî welat pencereyên zarokên me ne, yên ku di rêya wan re ew bi zimanê dayikê têne perwerde kirin. Her wisa Navenda PENa Kurd dixwaze bîne bîra Navenda PENa Navneteweyî ku yek ji xalên bingehîn ê Manîfestoya Gironayê ya ku dibêje "Medya ji bo pirrengiya zimanan parêzerên herî hêjan e. Ew dikarin bi awayekî vebirî û bi zanebûn pal bidine geşbûn û mezinkirina nirxên pirrengiya zimanan", ji ber vê jî, em bang li Navenda PENa Navneteweyî dikin û bi taybet PENa Danimarkê ya ku di kongreya 66’an de, li Warsaw/Poloniya, di 15 - 20.06.1999’ê de piştgîriya pêşniyara Navenda PENa Kurd kirin û di Civata Giştî de pêşniyar hat pejirandin û nameyeke protestoyê bi navê kongreya 66’an ya PENa Navneteweyî li dijî girtina MED -TV ji Serokwezîrê Îngilîstanê re çû.
Em jî wek saziyeke Kurdan a nivîskarî û rewşenbiriyê dibêjîn ji kîjan alî were, li hember hemû polîtîkayên li dijî maf û berjewendiyên neteweya Kurdan, em ê li ber bisekinin, nerazîbûna xwe bînin ziman û şermezar bikin.
Ji ber wê jî em wek Navenda PENa Kurd bang li gelê Kurd dikin ku roj berî rojê yekîtiya xwe saz bikin û bi hêzeke xurt hemû mafên xwe yên neteweyî di hemû qadên cîhanê de biparêzin.”
PENa Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de bang li PENa Danîmarkayê dike û wiha dibêje: “
Bang li Navenda PENa Navneteweyî û bi taybet PENa Danimarkê dikin ku li hember biryara dadgeha welatê xwe derbikeve û li dijî hemû politikayên ku ziman û çanda Kurdî têk dibe bisekine.”