Ji ber ku endamên Lijneya Rêveberiya PEN’a Tirkiyeyê piştgirî dan piyanîst û bestekar Fazil Say, ji aliyê dozger ve îfadeya wan hate kirin. PEN’a navneteweyî vê pêkanînê şermezar kir.
Serokê PEN’a Navneteweyî Johng Ralston Saugl bi daxuyaniyekê piştgirî da endamên rêveberiya PEN’ê ya li Tirkiyeyê û vê pêkanîna li hemberî endamên lijneya rêveberiyê şermezar kir û vê yekê weke êrîşeke li hemberî PEN’ê bi nav kir.