Pektaş ê ji bo du parêzeran di greva birçîbûnê de bû destgîrkirin
Ertûnç Pektaş ê ji serê meha Tebaxê ve ji bo parêzer Ebrû tîmtîk û Aytaç Unsal di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Ertûnç Pektaş ê ji serê meha Tebaxê ve ji bo parêzer Ebrû tîmtîk û Aytaç Unsal di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Li Navçeya Încîrlîova ya Aydinê Ertunç Pektaş (44) bi armanca piştgiriyê bide Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê "Darizandina bi edalet" ketine rojiya mirinê, ji 1'ê Tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Piştî Pektaş dest bi grevê kir, polîsan bi ser kiraathaneya wî de girt û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" destgîrkirin.
Hat zanîn ku dema polîsan Pektaş destgîrkirin li wî xistine.
Hat zanîn ku Pektaş ê li Midûriyeta Polîsan a Aydinê tê girtin, dê îro sewqî edliyeyê bikin.