Pekoz: Yên Kurdan ji nedîtî ve bên, wê poşman bibin!

Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz bi tundî li ber êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan rabû û got, "Em ne li benda desthilatdariyê ne. Her kes divê bi aqilane tevbigere, berê xwe bide Kurdan. Naxwe wê gelekî poşman bibin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edeneyê Kemal Pekoz li ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan û rola desthilatdariyê ya di nava van êrişan de axivî.

Pekoz diyar kir, êrişên nijadperestiyê yên li bajarên Tirkiyeyê ji êrişên dagirkeriyê yên desthilatdariyê ne cuda ne û got, "Mînak, di sala 2017'an de li Başûrê Kurdistanê referandûm hate kirin. Tirkiyeyê yekser bang li Îranê kir, li ser sînorê Iraqê, li pêşberî herêma Kurdistanê dest bi tetbîqatê kir. Got, 'Em ê nehêlin ku dewleta Kurd bê avakirin'. Piştre bûyerên li Rojava qewimîn. Hevserokê wê demê yê PYD'ê Salih Muslim hingî li Enqereyê di asta bilind de hate pêşwazîkirin, jê hate xwestin ku li dijî Esad şer bike, lê belê têkoşîna Kurdan ji bo parastina xaka xwe bû. Piştre Kurd 'terorîst' hatin ragihandin. Gotina 'Em ê rê nedin dewleta Kurdan, rê nedin korîdora Kurdan' dubare kirin. Dema ku Kurd bi wan re tevnegeriyan hingî Kurd 'terorîst' îlan kirin. Dest bi dagirkirina Sûriyeyê kirin, bi taybetî li deverên ku Kurd lê ne postaxane ava kirin, dibistanên bi zimanê Tirkî vekirin, dest bi perwerdeya Erebî-Kurdî kirin, navê bajarokan guhertin. Dewleta Tirk DAÎŞ'ê qebûl dike, lê belê statuay Kurdan qebûl nake."

'DESTHILATDARÎ TENGAV BÛYE, SERÎ LI TUNDIYÊ DIDE'

Pekoz ragihand ku ev dijminatiya li Kurdan li Tirkiyeyê jî dewam dike û got, "AKP-MHP ji her alî ve bi taybetî ji aliyê aborî ve tengav bûye. Di dema pandemiyê de rêveberiyeke nebaş nîşan dan. Tê zanîn ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye. Ji bo ev rastî neyê dîtin serî li tundiyê dide, bombardûmanê dike, mirovan dikuje û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê yekê nîşan didin."

'ÊRIŞÊN ÎNKARKIRIN Û BÊCEZAHIŞTINÊ ZÊDE KIR'

Pekoz diyar kir ku di êrişên nijadperestiyê de dewlet polîtîkaya înkar û bêcezahiştinê dimeşîne û got, "Dema ku Kemal Kurkut sala 2017'an li Newrozê hate kuştin walîtiyê yekser daxuyanî da û got, 'Bombe li ser hebû'. Îdîa kirin ku li ser mirovekî ku ji piştê û jorê ve tazî bû 'bombe heye'. Têkildarî êrişa nijadperestiyê ya li Sakaryayê jî walîtî got, 'bûyereke ji rêzê û krîmînal e'. Niha Waliyê Afyonê jî heman daxuyanî da. Di bûyerên destavêtin, destdirêjî û yên mîna wan hemûyan de Wezîrê Karên Hundir li kêleka kiryaran sekinî. Dogan Çetîn ê li Edîrneyê leşkerî dikir, ji ber ku got 'Xwezî perwerdeya bi Kurdî hebûya' hate lînçkirin. Wezîrê Parastinê jî got 'lêpirsîn dewam dike'. Êrişên nijadperestiyê hemû encama vê bêcezahiştinê, vê nedîtîhatinê ye. Mirovên ku çav li vê rastiyê dikevin yekser dibêjin 'ji xwe tiştek bi min nayê, dewlet dewleta min e' û bi hêsanî tevdigerin. Yên ku dikevin bin bandora propagandayê heta êvarê tên kirin, van êrişan dikin. Li pişt efserê li Êlihê sekinînin, hate berdan. Li Sakaryayê jî rewş bi heman rengî bû. Em ê bibînin ku li Afyonê jî wê bi heman rengî be. Heta ku ji bo Kurdan li warê wan derfetên kar neyên afirandin, heta ku ev nêzîkatiyên dijminane û operasyonên leşkerî her wiha şerxwazî bidome, wê bûyerên wiha jî rû bidin."

'LI ÇÎNÊ JÎ DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKIN'

Pekoz destnîşan kir, ku gotina 'biratiyê' ya desthilatdariyê derew e û got, "Li Çînê, li Japonyayê dersên bi Kurdî tên dayin, lê belê desthilatdarî hewl dide bi rêya sefîrên xwe yên bilind li pêşiya vê bibe asteng. Li Başûr bi 11 milyar dolarî -ya rast jê zêdetir e' bazirganiyê dike, lê dema mesele dibe statu, mîna li Sûriyeyê dike dest bi qîrîna şerxwaziyê dike. Çawa ku bi qeyûman kir, karê destpêkê yê piştî desteserkirina şaredariyan girtina saziyên Kurdî yên ji bo jin û zarokan e. Ev hemû mînakên berbiçav ên dijminatiya li Kurdan e. Neteweperestên şoven jî van dibînin, lê temaşe dikin û ji ber ku nayên cezakirin van êrişan dikin."

'DIVÊ HER KES BI AQILANE TEVBIGERE; BERÊ XWE BIDIN KURDAN'

Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz li ser wezîfeyên dikevin ser milê raya giştî û muxalefetê wiha axivî:

"Divê her kes li ber polîtîkayên şer rabe. Şer tê wateya neheqî, bêhiqûqî, birçîbûn û xizaniyê Eger li Tirkiyeyê polîtîkaya şer nehatibûya meşandin, ev pêvajoya tengav wê hîn bi hêsanî bihata çareserkirin.

Pêwîste her kes van êrişên nijadperestiyê weke ku lê hatiye kirin bibîne. Dema ku li Çiyayên Amanosê şewat derdikeve bi dehan helîkopter, bi hezaran wezîfedar dikevin nava liv û tevgerê. Lê belê dema ku li Çiyayê Cûdî şewat derdikeve, nahêlin kes vemirînin. Divê mirovên alîgirê azadiyê yên li rojavayê welêt ji vê yekê tiştekî fêhm bike.

Yên ku di dema Gezî de digotin, 'Eger vê yekê tînin serê me, gelo çi tînin serê Kurdan', divê vê yekê ji bîr neke. Divê li ber komkujiyên li herêmê, xerakirina goristanan û xerakirina parkên bi navê kesayetên Kurd rabin. Naxwe sibe dusib wê gelekî poşman bibin. Dema ku cih li pisîkekê jî teng bike wê xwe biavêje ser rûyê te û parçe bike. Divê her kes bi aqilane tevbigere. Beriya her kesî jî divê desthilatdarî bi aqilane tevbigere, lê belê em ne li benda desthilatdariyê ne. Divê her kes berê xwe bide herêmê, bûyerên diqewimin weke bûyerên li mala xwe, li taxa xwe bibîne, têbigihêje."