Pêkhateyên HBDH’e berxwedana 5 salan nirxandin
Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Gelan (HBDH) di 12’ê Adarê de dikeve salvegera 5’emîn a avakirina xwe. Pêkhateyên tevgerê pênc salên dawîn nirxandin.
Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Gelan (HBDH) di 12’ê Adarê de dikeve salvegera 5’emîn a avakirina xwe. Pêkhateyên tevgerê pênc salên dawîn nirxandin.
Endamê Komîteya Navendî ya DKP/BOG Mûstafa Sûphî, şervanê MKP/HKO Rênas Denîz û Meral Berna ya TKP-ML/TÎKKO’yî sala têkoşînê ya 6’an nirxandin.
MÛSTAFA SÛPHÎ YÊ DKP/BOG’Î: GARÊ XETEK E
Mûstafa Sûphî diyar kir ku li ser gelê herêmê şerekî mezin heye û got, “Em şoreşgerên ji Tirkiyeyê, sosyalîstên neteweyên bindest û tevgera azadiyê ya Kurdan bi şîara azadiyê, me li dijî pergala kapîtalîst û emperyalîst û faşîzma dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan da. Di sala 6’an de dîroka me ya berxwedana pênc salan ne bi tenê slogan e, bi rêhevalên di çeperan de û bi hêzeke şer a leşkerî û polîtîk ketiye asta şer. Ev stratejî tevî hevkariya tevgera azadiyê ya Kurdan û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û bi hêza leşkerî û polîtîk pêk hatiye.Di dîroka berxwedana pênc salan de, me tevî hêza leşkerî û polîtîk ku me bi tifaqa stratejiya bi tevgera azadiyê ya Kurdan re daniye, li hemû eniyan li ber xwe da. Ev xet têk naçe. Bi têkçûna dewleta Tirk a li Garê re, serwerên Tirkiyeyê, ligel hemû piştgiriya emperyalîzmê û li dijî polîtîkayên şerê hovane û yê teknîkê, li hemberî berxwedana me neçar mane. Garê ji bo me xeteke girîng e. Dijmin ne di wê astê de ye ku têk neçe. Heke em xeteke şer û polîtîk ava bikin, wê desthilatdariya faşîst di sala 2021’an de têk biçe.”
DENÎZ Ê MKP/HKO’YÎ: WÊ ÇALAKIYÊN ME YÊN BI BANDOR BIDOME
Şervanê MKP/HKO’yê Rênas Denîz diyar kir ku biryardariya HBDH’ê wekî ya roja pêşîn e û got, “Pênc sal ji ser wê derbas bû. Ligel hemû êrîşên îmha û parçekirinê, ji bo ku bi milyonan kes werin ba hev, em bi israr tevgeriyan. Di vî pênc salî de, em bi hev re têkoşiyan. Wekî di berxwedana Garê de jî tê dîtin êdî tu wateya teknîka di destê dewletê de tune.Dewleta Tirk êdî nikare pêşiya gerîla û milîsên bajaran bigire, wê çalakiyên me yên bi bandor bidome. Dijmin hatiye asta têkçûnê. Di vê pêvajoyê de me jî seferberiyeke şoreşgerî da destpêkirin. Ji bo ku em destkeftî û tecrubeyên xwe yên hevpar zêdetir bikin, ev pêngaveke şoreşgerî bû. Pêngava me ya seferberiyê bi gavên xurt bi pêş ve diçe.”
BERNA YA TKP-ML/TÎKKO’YÎ: HBDH KÊMASIYEKE MEZIN DAGIRT
Meral Berna ya TKP-ML/TÎKKO’yî jî got ku, “Hêzên faşîst dibin yek, di vê pêvajoyê de girîngiya tevgera şoreşger a yekgirtî jî xuya dibe. HBDH Û KBDH di vê pêvajoyeke wisa de kêmasiyeke mezin dagirt. Karakterê yekgirtî yê rêxistinbûna HBDH’ê ji ser rêhevaltiya çeperan ya di şoreşa Rojava de, derketiye pêş. Di warê yekgirtina gel de jî divê ji ser pirsgirêkên şênber gel werin ba hev û ev tişt bi israr were kirin. Her pratîka di vî warî de wê bandoreke erênî li dost û mutefîkên şoreşê jî bike û wê heman bandora erênî di nava xwe de jî pêk bîne.”