PE qirkirina Êzîdiyan nas kir
Parlamentoya Ewropayê têkîldarî ji aliyê DAIŞ’ê li ser Êzîdiyan qirkirinek sîstematîk pêk hatiye de bi yekîtiya dengan ve biryar girt.
Parlamentoya Ewropayê têkîldarî ji aliyê DAIŞ’ê li ser Êzîdiyan qirkirinek sîstematîk pêk hatiye de bi yekîtiya dengan ve biryar girt.
Di biryara parlamentoya Strasboûrgê de hat qebûlkirin ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî Xrîstiyan, Êzîdî û cudahiyên din ên olî û etnîkî qirkirinek çêbûye.
Di biryarê de “sûcê li hember mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan ên di asta sûcê şer de bi awayekî tund” hat şermezarkirin.
Parlamenterên Ewropayî, her wiha, bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi armanca nasîna êrîşan wek qirkirinê ve tedbîrên pêwîst bigire.
Di biryarê de ji Yekîtiya Ewropa hat xwestin ku têkîldarî azadiya ol û wijdanê nûnertiyek taybet a mayînde bê damezirandin.
Li gel vê, ji endamên Konseya Ewlehiyê ya NY daxwaz hat kirin ku ji bo têkîldarî sûcên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê lêpirsîn bê meşandin piştgiriya serlêdana li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikin.
Parlamenterê Swêdî yê ji koma PPE Lars Adaktûsson ê pêşnûma biryarê pêşkêş kir wiha got: “Biryarek dîrokî ye.”
Adaktûsson wiha axivî: “Hilbijartiyên 28 welatan ên zêdetirî 500 mîlyon kesî temsîl dikin, peyamek aşkera da dewletên endam, Komîsyona Ewropa û civaka navneteweyî.”
DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an di dema êrîşa dagirkirina Şengalê de bi hezaran kes qetil kirin, bibû sedem ku bi sed hezaran jî malên xwe biterikînin. Piraniya wan jin û keç jî bi hezaran kes hatibûn dîlgirtin û di asta koleyên cinsî de hatin bidestgirtin.