PDKS’ê xwe ji ENKS’ê vekişand
PDKS’ê xwe ji ENKS’ê vekişand
PDKS’ê xwe ji ENKS’ê vekişand
Partiya Demokrata Kurd/Sûriyê (PDKS) bi daxuyaniyek niviskî ragihand ku bi armanca şermezar kirina tevlîbûna Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ya nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê, xwe ji nava ENKS’ê vekişandine.
Komîteya Navendî ya PDKS’ê bi daxuyaniyekê vekişîna ya ji nava ENKS’ê bi awayekî fermî ragihand. Di daxuyaniya PDKS’ê de hate gotin ku di demên dawî de hin partiyên ENKS’ê biryar ji destê pêkhateyên ENKS’ê derxistine û li gorî siyaset û berjewendiyên hêzên piştgiriya wan dikin, li ser navê ENKS’ê tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêveberên partiyên behsa mijarê, ENKS’ê tenê xwe hesab dikin û bi vê yekê biryarên hevbeş û peymana Hewlêrê têk çûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "tundî û şîdet bi destê hêzên girêdayî derve li nava şoreşa Sûriyê de hatiye pêşxistin. Ev komên rengê şoreşa Sûriyê guhertin, ji aliyê Koalîsyonê û muxalefeta Stenbolê têne destekkirin." Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDKS’ê di demên dawî de rewşa ENKS’ê şopandiye û dîtiye ku bêyî îradeya ENKS’ê bigrin, hin Partî bi xwe biryaran didin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ENKS’ê ji biryarên xwe yên destpêkê li ser navê Kurd tevdigeriya dûr ketiye, bi biryara tevlîbûna nava koalîsyonê jî ENKS’ê ji xeta xwe ya rast derketiye.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "biryara ENKS’ê ya tevlîbûna Koalîsyona Niştimanî Sûriyê bi biryara hin partiyan pêk hatiye û xwe kiriye beşek ji bernameya Koalîsyonê ku Kurdan nasnake. Li ser wê biryara ENKS’ê ya derveyî berjewendiyê gelê Kurd, PDKS’ê biryar da xwe ji ENKS’ê bikşîne."
ENKS PEYMAN LI STENBOLÊ ÎMZE KIR
Ji ENKS’ê heyetek di 28’ê Tebaxê de li Stenbolê bi muxalefeta Sûriyeyê re peymanek îmze kiribû. Endamên din yên ENKS’ê, bertek nîşan dan û gotin ev peyman wan eleqeder nake û Konseya Bilind a Kurd (KBK) jî da zanîn ku heyeta mijara gotinê ye, îmzeya ku avêtine kurdan temsîl nake.
Di nava heyeta ku bi Koalîasyona Netewî ya Sûriyeyê ya Stenbolê (SUK) hevdîtin pêk anîn de sekreterê Partiya Yekitî Îbrahîm Biro cih girt û diyar kir ku bu tevli bûna ENKS’ê ya Koalîsyonê pêngaveke erêniye û got nîqaş jî bi erênî pêşve diçin. Biro tevlibûna ENKS’ê ya Koalîsyonê me mumkune ku di nava ENKS’ê de rê liber parçebûnê veke.
EHMED: DIXWAZIN KYK’Ê PARÇE BIKIN
Endama Konseya Bilind a Kurd Îlham Ehmet jî di 25’ê îlonê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji ser ENKS’ê dixwazin KBK’ê parçe bikin û wiha got: “Heta ku ENKS di konseyê de hebe bi însiyatîfa xwe nekare tevbigere û ji ber vê jî biryara parçekirina Konseya Bilind a Kurd girtin.”
Ehmet got ENKS bi giştÎ ji xebatan qut nebûye û wiha got: “Dixwazin ENKS’ê ji Konseya Bilind a Kurd derxînin û li Rojava her tiştî bi yek meclisê yanî wekê ku MGRK û PYD dimeşînin bidin xuyakirin. Bi vî awayî dixwazin têkoşîna li herêmê tê meşandin bertaraf bikin û MGRK û PYD bikin bi zextan. Li aliyê din ENKS dixwazin ENKS di rewşeke ne zelal de bigirin û her çiqas biryara tevlibûna koalîsyonê ji bo wê dabin jî dixwazin di rewşa herî qels de bê hiştin.
ENKS bi giştî ji xebatan qut nabe. Ji ber ku ger vê bike, hinceta hebûna wê ji holê radibe. Ger di koalîsyonê de bimîne, û ji vir qut bibe dê tu tiştekî wan nemîne. Ji ber vê jî neçare bi herdu aliyan re têkiliya xwe bidomîne.
Ji aliyê Konseya bilind a Kurd ve der barê Partiya Azadî de bi hinceta ku tevli êrîşên li dijî sivîlan bûye di 4’ê îlonê de lêpirsîn hat destpêkirin. Tabura Azadî ku girêdayê vê partiyê ye, li Halebê ji 6’ê heta niha li taxên kurdan di nava êrîşên li hemberî kurdan de cih digirin.