‘PDK bi destê xwe gora xwe dikole’

Siyasetmedar û rojnamevan derbarê xiyaneta malbata Barzanî nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin: “PDK gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku Erdogan PDK’ê weke xulaman dibîne, ne weke hevkar.”

Siyasetmedar û rojnamevan têkildarî xiyaneta malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re ji ANF’ê re axivîn û bertek nîşanî dagirkeriyê dan.

Rojnamevanê Misrî Elhamî El-Milêcî diyar kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, rûmeta gelê Kurd difiroşe û got: “Ji bo piştgiriya rejîma Tirkiyeyê bikin, mafên Kurdan tune dihesibîne û azadî û rûmeta gelê Kurd binpê dike û difiroşe.”

Lêkolînerê Siyasî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînên Siyasî Tariq Hamo jî ragihand ku dewleta Tirk armanc dike ku bi tasfiyekirina PKK’ê re hemû Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û PDK jî kiriye amûreke kiryarên xwe yên qirêj. Hamo ev tişt got: “PDK gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku Erdogan PDK’ê weke xulaman dibîne, ne weke hevkar. Malbata Barzanî tenê bûye amûreke ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bikaranîn, ev malbat bi vî awayî gora xwe bi destê xwe dikole. Ji ber ku planên Erdogan û netewperestên Tirk ew e ku hemû hêzên Kurd ên li welêt, PDK jî di nav de, tune bikin.”