PÇDK: Pêwîstî bi muxalefetek modern heye

PÇDK: Pêwîstî bi muxalefetek modern heye

Berpirsê dezgeha hilbijartina PÇDK’ê Hesen Cûdî li ser muxalefeta Başûrê Kurdistanê anî ziman ku, muhalefa wê lewaz bûye û pêwistî bi yekî modern heye her wiha ragihandin ku, partiya wan yekem partiye di demê xwe de lîsteya navên namzetên xwe dane komisyona hibijartinê.

Berpirsê dezgeha hilbijartina Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK)’ê Hesen Cûdî li ser rewşa hilbijartinên ku, wê di mehên pêş de ji bo parlementeriya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk werin de ji ajansa ANF’ê re axivî û rexne li wan partî  û aliyên ku wê beşdarî hilbijartinên Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê bin kir. Cûdî da diyar kirin ku, ta niha ji nekarîne navên namzetên xwe radestî Komisyona hilbijardinê bikin û wiha got, “Ji ber ku hêjan lîsteya namzetan radestî Komisyona Hilbijartinê ne kirine, komisyon neçarmaye 10 rojên din jî ji bo girtina lîsteyan dem dirêj bike. Ji ber ku Parlementoya Herêma Kurdistanê de derbarê vê de çi qanûn dernexistine.”

Hesen Cûdî da diyar kirin ku, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê yekem partiye ku, di demê xwe lîsteya namzetên xwe radestî Komisyona Hilbijardinê kiriye. Herwiha behsa bandoriya direng xistina demê hilbijartinê jî kir û destnîşan kir ku, bandoriyekî nerênî li ser gel dike û mafên hemû lîsteyên din binpê dikin.

Berpirsê dezgeha hilbijardina Partiya Çareseriya Dekokratîka Kurdistanê(PÇDK)’ê Hesen Cudî di dawiya axiftina xwe de ji hemû partî û aliyên ku wê beşdarî hilbijartinê bibin xwest ku bi ciddî bin û rêz li qanûn û zagonên hilbijartinê bigirin.

Berpirsê dezgeha hilbijardina PÇDK’ê Hesen Cûdî ji bo malpera Cetrpres ji daxuyanek li ser şkestina projeya desthiladariyê “muhalfeta klasîk û bêçare” da û da diyar kirin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêwistî ya Başûrê Kurdistanê bi muxalefetekî rasterast heye.

Cûdî li ser paşxistina hilbijartinan ji anî ziman ku, pêştir ji hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û ya parêzgehan hat paşxistin. Diyare ku di vî karî de bandoriya desthiladariyê geleke, her wiha ji van her du hilbijartinan ditirsin. Bi taybet di paşxistina Serokatiya Herêmê de rolekî sereke ên wan heye. Vê jî bi xwere gelek pirsgirêk anîn.

Cûdî rexne li muxalefetê ji kir û destnişan kir ku, muxalefet gelek lewaze û wiha berdewm kir, “Helwesta muxalefetê  gelek lewaze wek digotin wiha nebûn. Gel nexistin nava tevgerê û nekarîn rayagiştî çêbikin û her wiha gel hişyar nekirin. Desthildariyê jî ew kêşan milê xwe. Ji ber vê ji helbwesta wan pasif dima û nedikarî bibe muxalefetekî modern. Mixabin muxalefa niha ya Başûrê Kurdistanê muhalefekî kilasîke. Hem di karê xwe de hem ji hewildana xwe de. Ji ber vê ji pêwistî bi muxalefetekî nû heye.

Tenê me daxwaz ji muxalefetê (wek Goran)kir ku bi awayekî hevpeyman beşdarî hilbijartinê bibin, ji ber ku hêza wan û desthildariya wan kêmbûye ji ber vê xwestin bi awayekî ser bixwe biçin hilbijardinê daku hêza xwe destnişan bikin.

Berpirsê dezgeha hilbijardina Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê(PÇDK)’ê Hesen Cûdî di dawiya axaftinên xwe de da diyarkirn ku, baweriya me ewe ku demê zêrînî yê hêla sêyem li ser bingehê aqilê modela netewî û demokrasiyê ye û wiha dewam kir, “Projeyên li Başûrê Kurdistanê hem yên desthiladariyê hem ji projeyên muxalefetê di çareseriya pirsgirêkan de bi ser neketin. Ji ber vê ji roj bi roj qeyran zêde dibe. Ji ber vê çendê li Başûrê Kurdistanê bê Netewa Demokratîk nikarin pirsgirêkan çareser bikin.