Partiyên Elman ji Merkel xwestin ku ji bo Efrînê xwe tev bide!

Li meclîsa federal a Elmanyayê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê rûniştinek hate kirin. Partiyên hikumetê û mûxalefetê di rûniştinê de destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Hikumeta Merkel li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hê bêdeng e û bi rejıma Erdoğan re li ser firotina çekan bazirganiyê dike. Duh li meclîsa federal rûniştinek li ser mijarê hate kirin û hemû partiyên ku koma wan li meclîsê hene, helwesta xwe nîşan dan.

Çar partiyên li mûxalefetê: Partiya Çep, Partiya Keskan, Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) û Partiya Demokratên Azad (FDP) li ser Efrînê pêşniyarname pêşkêş kirin.

Di pêşniyarnameyan de hate xwestin ku dewleta Tirk dawî li êrîşen xwe bînin. Di rûniştinê de partiyên li hikumetê CDU/CSU û SPD jî di nav de nûnerên hemû partiyan gotin, "Ev êrîş bi rengekî vekirî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

AfD: DIVÊ ELMANYA BI RENGEKÎ VEKIRÎ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR BIKE

Di destpêkê de pêşniyarnameya AfD'ê hate nirxandin. Partiya rastgirê tund ku li mûxalefeta bignehîn e bi bîr xist ku li gel biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbestê jî êrîşên li ser Efrînê dewam dikin û ev bang kir: "Divê hikumeta federal van êrîşan şermezar bike." Bi navê AfD'ê parlamenter Armin-Paulus Hampel axivî û got, "Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê li dijî qanûnên navneteweyî ye. Em vê yekê şermezar dikin."

Wekîl Hampel ji bo Tirkiye ji aliyê Yekîtiya Ewropayê bê şermezarkirin ji hikumeta Merkel xwest ku bikeve nava liv û tevgerê û got, "Em bi fikar in ku şer li herêmên din belav bibe. Ev şer divê tavilê bê rawestandin."

FDP: PÊWÎSTE PÊKANÎN LI SER TIRKIYEYÊ BÊ FERZKIRIN

Di peşniyarnameya FDP'ê de hikumeta Elman hate rexnekirin ku çekan difiroşe herêmên şer û krîz lê hene û ji bo şerê li Efrînê bê rawestandin ji rêveberiya Berlinê xwest tavilê bikeve nava liv û tevgerê. FDP'ê her wiha xwest, pêkanîn li ser Enqereyê were ferzkirin.

Bi navê FDP'ê parlamenter Ulrich Lechte axivî û têkoşîna YPG'ê ya li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist. Lechte got, "Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê re aloziya li herêmê zêde dike. Bi vê operasyonê re têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê qels dike. Kurdên ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, niha neçar in li dijî Tirkan herêma xwe biparêzin. Divê hikumeta Federal bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Di nava van şert û mercan de nabe ku Yekîtiya Gumrukê bê berfirehkirin û nabe ku vîze ji bo Tirkiyeyê serbest bibe."

PARTIYA KESKAN: BILA ELMANYA TAVILÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Partiya Keskan jî di pêşniyarnameya xwe de ji Elmanyayê xwest ku ji bo rawestandina şerê li Efrînê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamenter Claudia Roth bi navê Partiya Keskan axivî û hikumeta Merkel bi tundî rexne kir. Roth got, "Ez ji hikumeta federal dipirsim. Gelo ji bo bêje ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî helwestê nîşan dide, hê divê çi biqewime? Divê hikumet mijara Efrînê bixe rojeva NATO'yê û dawî li firotina çekan ji bo Tirkiyeyê û nûjenkirina çekên ji bo Tirkiyeyê bîne."

PARTIYA ÇEP: LEŞKERÊN LI KONYAYÊ DIVÊ TAVILÊ WERIN VEKIŞANDIN

Ji partiyên mûxalefetê Partiya Çep jî ya ku divê hikumeta federal bike bi 9 xalan anî ziman. Partiya Çep bang kir ku bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bê rawestandin, Elmanya ji bo Efrînê bêdeng nemîne, bikeve nava hewldanan. Partiya Çep got, "Divê hikumeta federal ji Tirkiyeyê bixwaze ku ji nava axa Sûriyeyê derkeve." Her wiha bang li hikumeta federal kir ku leşkerên Elman ên li Konyayê vekişîne û bike ku Yekîtiya Ewropa bes alîkariya madî bide Enqereyê.

PARTIYÊN HIKUMETÊ JÎ GOTIN 'BINPÊKIRIN' E

Partiya Sosyal Demokrat ku hevkarê hikumeta koalîsyonê ye, êrîşên Tirkiyeyê rexne kir. Nils Schmid bi navê SPD'ê axivî û bi bîr xist ku hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin û got, "Eger ev operasyon dewam bike, divê hikumeta federal peyameke vekirî bide Enqereyê."

Thorsten Frei bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) peyivî û nêrîna mîna SPD'ê anî ziman. Frei destnîşan kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin li dijî qanûnên navbera dewletan e û got, "Divê ev yek bi rengekî vekirî ji Tirkiyeyê re bê gotin."