Partiyên Çep: Divê bend bi temamî bê rakirin
Partiyên Çep: Divê bend bi temamî bê rakirin
Partiyên Çep: Divê bend bi temamî bê rakirin
Serokên EMEP, ESP, ODP û SYKP der barê guhertina hikûmetê ya ji bo sîstema hilbijartinê gotin; Hikûmet dixwaze di sindoqan de xwe ewle bike. Sîstemên hilbijartinê yên herêma teng an jî tengkirî, demokrasiyê nînin. Ji bo demokratîkbûyînê divê bend bi temamî bê rakirin.
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fîgen Yuksekdag, Alîkarê Hevserokên Partiya Rizgariyê ya ji Nû ve Sosyalîst (SYKP) Mûstafa Kahya, Hevserokê Partiya Piştevanî û Kedê (ODP) Alper Taş, Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Sosyalîst (SDP) Ridvan Tûran sîstemên hilbijartinê yên "herêma teng", "herêma tengkirî" yên hikûmetê xist rojevê, ji ANF'ê re nirxandin.
'HIKÛMET DIXWAZE BI KÊRÎ XWE BîNE'
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan da xuyakirin ku divê sîstema hilbijartinê bi awayekî giştî were nirxandin û got, "Ji bo siyaset demokratîk bibe, divê vîna gel ji pêvajoyên biryar wergirtinê heta pêkanîna biryaran bi ti awayî rastî astengiyan neyê"
Gurkan diyar kir ku di encama têkoşînên demdirêj de hikûmet neçar maye benda hilbijartinê ji nîqaşê re veke û got, "Lê belê dixwaze ji hundirê vê neçariyê, bi awayekî ku deshilatdariya xwe ji bo dema pêş ewle bike derkeve. Di ser de jî dixwaze bi temsîlkariyeke ji rêjeya dengê xwe zêdetir, li parlamentê bimîne."
Gurkan ragihand ku ji pêşniyarên hatine kirin kîjan bicih were anîn jî, dê hikûmet qezençkirî derkeve û qanûna hikûmetê ya di mijara şaredariyan de guhert bibîr xist, "Kîjan sîstem pêk were bila bicih were, AKP'ê cografyayeke hilbijêran a bi kêrî xwe were, afirand."
Gurhan xwest, her partî li gorî rêjeya dengê xwe li parlamentê bê temsîlkirin û got, "Bi guhertinên ku vîna gel ewle bike bikin re, divê sîstema hilbijartinê bê demokratîkkirin û şertê vê yê yekemîn jî rakirin bendê ye."
'JI DEK Û DOLABAN WÊDETIR TIŞTEK NÎNE'
Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag jî da xuyakirin ku pêwistiya gelên Tirkiyê ne bendên nû, rakirina bendan e û diyar kir ku hikûmetê serî li rê û rêbazên xwe ji vê daxwazê rizgar bike, daye.
Yuksekdag got, "Ya rast, tişta hikûmetê kiriye, ji dek û dolaban wêdetir ne tiştek e."
Yuksekdag bibîr xist ku hikûmet daxistina bendê ya ji sedî 5'an jî bi "sîstema herêma tengkirî" dixe rojevê û got, "Sîstema herêma tengkirî û herêma teng tê wê wateyê, ku li herêma hilbijartinê partiya herî zêde dengan bistîne dê bibe yekemîn, lê partiyên din wê nikaribin parlamenterekî bi tenê jî derxînin û nikaribin nêrîn û polîtîka xwe li parlementê bînin ziman."
Seroka Giştî ya ESP'ê da xuyakirin ku rakirina benda hilbijartinê nabe bibe mijara bazariyê û got, "Divê benda hilbijartinê bê rakirin."
Yuksekdag wiha peyivî: "Em dizanin ku di demokrasiyên bûrjûva de her sîstemeke hilbijartinê di heman demê de antîdemokratîk û xwedî nuqteyên alîgiriyê ne. Sîstema temsîlkariya nispî, li gel hewldanên xwediyên hêz û hegemonyayê yên ji bo parastina hêza xwe jî, sîstema yekane ya hilbijartinê ye ku karibe bersivê bide pirsgirêka temsîlkariyê ya gel."
'BENDA HILBIJARTINÊ DIKARÎ ZÊDEYÎ JI SEDÎ 22 BIBE'
Alîkarê Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Mûstafa Kahya da xuyakirin ku di pakêtê de der barê benda hilbijartinê de gaveke berçav nehatiye avêtin û bi her sê pêşniyarên hatine kirin re jî sîstema hilbijartinê demokratîk nabe. Kahya got, "Bi taktîka 'mirinê nîşan dide û tayê dide qebûlkirin' ji mirovan re dibêjin; tundiya şeqama li rûyê te bikeve, tu hilbijêre."
Kahya destnîşan kir ku bi vê sîstemê re dê ji partiya dengê zêde bi dest xistiye re, hîn bêtir avantaj bê dayîn.
Kahya ragihand ku her du sîstem ji pîvana edalet û wekheviyê ya di temsîlkariyê de dûr in û got, "Di rewşeke welê de ye ku yek ji wan pêşniyaran bê qebûlkirin, bend dikare bi awayekî sergirtî derkeve ji sedî 22'an."
QEDEXEYÊN 12’Ê ÎLONÊ DÊ BIDIN DOMANDIN
Hevserokê ODP’ê Alper Taş, sîstemên ku Erdogan anîn rojevê yên wekê ‘herêm teng û herêma hatiye tengkirin’ wek şeklekî sîstema hilbijartina qedexekirî/bendavkirî ya 12’ê îlonê dimeşîne, bi nav kir.
Taş diyar kir ku bi sîstema herêma hatiye tengkirin, bend nayê xistin û wiha got: “Berevajî vê di asta herêmî de tê bilindkirin. Partiyek derbasî benda welat ya ku hatiye danîn bibe jî, temsliyeta meclisê di nava vê sîstemê de dê kêm be. Her wiha hilbijartina endamên serbixwe jî dê zehmetir bike. Bi vî awayî ne partiyên di bin bendê de dimînin, partiyên ji derveyê du partiyên destpêkê şûnde, dê temsliyeta wan bê xistin.
Taş di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ancax bi sîstemeke ku divê bi giştî bend bê rakirin û her kes ku li gorî dengên girtibe temsliyetê bike, dê derfeta hilbijartinek demokratîk pêk were û wiha pê de çû: “Berê jî pergala bakiya netewî hatiye pêkanîn lê wekê fikarên îro yên AKP’ê, serdest ji bo desthilatdariya xwe bidin meşandin ev pergal ji holê rakirine. Îro divê careke din li vê pergalê bê vegerîn.
HER DU SÎSTEM JÎ EDALETÊ PÊK NAYNE
Serokê giştî yê SDP’ê Ridvan Turan da zanîn ku pakêt ne rojeviye û got: “Pakêt demokratîke an ne demokratîke, ew jî meseleyek girînge. Li pakêtê de ligel hinek tiştên hatine dayîn, ji xwe ev ji aliyê gel ve ji zû de hatine derbaskirin. Hinek gotin hene ku di dema xwe de tê gotin, bi wateyen. Gotinên di dema xwe de neyên gotin, ji wateya xwe dur dikevin. Pakêt jî rastî qezayek wisa hatiye. Gotina qezayê bêguman îroniye. Ev 11 sale pêngav nehat avêtin û ev jî çalakiya bi bername, plankirî ya desthildatdariyê ye. Ji ber vê pêngavên ku divê 11 sal berê bihata avêtin, niha hatiye avêtin û tu wateya wê jî nemaye.
Turan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan ki rku di esasa sîstemeke hilbijartinê de divê edelet pêk were û ev nirxand kir: “
Di rewşa xwe ya niha ve benda ji sedî 10 û di temsiliyeta zîhniyeta pîranî de derfeta ku edelet pêk were nîne. Di du pergalên din yên hatine pêşniyarkirin de pêkanîna edeletê gelek dure. Di her duyan jî dikare gelek encamên dijdemokratîk derkevin holê. Her wiha ji bo ku ev pergal bi berfirehî bên nîqaşkirin, divê em xwedî zanînên wekê herêmên hilbijartinê çawa tên diyarkirin, sînorê jor yê pergala hatiye tengkirin ya pêncan dê çi bibe, bin. Deshilatdarî bi xebateke endezyarî dikare ji bo xwe encamên baş derxîne holê. Em dizanin ku derdekî AKP’ê yê di temsiliyetê edelet tune. Ligel vê dixwaze desthilatdariya xwe li der vê bêedeletiyê înşa bike. AKP li şûna di edeletê de temsliyet, têgeheke bi navê ‘îstîkrar’ îkame dike. Ev jî tê vê wateyê; bila ne fikrên cuda, partiyên herî bi hêz 2 an jî sê partî bikevin meclisê. Ev qet ne demokratîke.