Partiyên Başûr çima bêdeng in?

Çaxê ku hessasiyeta Kurdan a li ser Başûrê Kurdistanê heye, ma ne diviyabû hêzên siyasî yên Başûr jî li dijî êrîşên HDP dengê xwe bikirana. Ma nikarin bêjin em êrîşên li dijî gelê Kurd ku di qada siyasî de têdikoşe wekî ku li dijî me ye, dihesibînin.

Mezintirîn kêşeya li Kurdistanê ev e ku tevgerên siyasî têra xwe dêhna xwe nedane tarîxa xwe û pênasekirina dost û neyaran têkil hev bûye. Neciviyana Kongreya Neteweyî û zelalnekirina helwesteke hevpar ji bo hêzên derve bi xwe re van têkilhevbûn û şaşitiyan tîne. Ji xwe faktora sereke ku nahêle Kongreya Neweteyî li hev bicive mêhtingerên qirker û hêzên derve ne. Ji ber ku yekbûna Kurdan û nîşandana politikayeke hevpar a Kurdan wê dawiya politikayên mêhtingerên qirker bîne.

Çendek berê salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû. Ji vê rojê heta niha li Tirkyeyê di warê siyaseta qirkirinê de ti tişt neguheriye. Di nav 93 salan de li Kurdistanê hingî bûyer qewimîne ku ji bo mirov dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan nebîne divê yan ehmeq be yan jî wekî mirîşkan serê xwe bixe bin baskê xwe.    

Her wiha zelal e ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Bakurê Kurdistanê ye li dijî her parçeyên Kurdistanê ye û armanca wê jî ne tenê qirkirina Bakurê Kurdisanê ye qirkirina her devereke Kurdistanê ye. Nedîtina wan an tê wateya dûrbûna ji bîra Kurdayetiyê yan jî xemsariya li bermaberî ewqas qirkirinên li Bakurê Kurdistanê ye. Halî hazir nedîtina politikayên qirker ên desthiltdariya AKP-MHP a faşîst, an jî helwest nîşannedan jî mirov û komên siyasî sûcbar dike. Ji ber li Bakurê Kurdistanê politikaya qirker û êrîşker dimeşîne ku heta tu bêjî eşkere ye û hewcedarî bi veşartinê jî nabîne.

Niha li Tirkiyeyê kes û derûdorên ku berê dijmin û qirkerên Kurdan bûn, destekê didin tifqa faşîst a AKP-MHP'ê. Beloqbûna vê yekê jî destekdayîna Tansû Çîller û Mehmet Agar e. Ji xwre berê jî ev derûdorên ku ji bo wan digotin Ergenekon û dijberên Kurdan jî, destek dabûn vê tifaqê. Halî hazir her roj xeberdan û pratîkên Wezîrê Hundir ê vê desthilatdariya qirker hene. Ji Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan re dibêje, em ê we sax nehêlin. Lê belê li dijî vê yekê çi li Bakur çi li Başûr deng ji partiyên siyasî naye. Ma kû derê vê yekê siyasetvaniya Kurdan û Kurdayetiyê ye.

Gava HDP diçe Başûrê Kurdistanê li ber raya giştî mazûvantiyeke wisa dikin ku mirov dibêje qey di navbera wan de hiqûqa biratiyê heye. Lê li gorî xuya dibe di pratîkê de tiştekî wisa tine ye. Ji bo xapandina raya giştî ya Kurdan bi awayeke debdebe pêşwazî li wan dikin lê gava dewleta Tirk li ser HDP zext û zordarî dike, daxuyaniyekê jî nadin. Lê bileksê vê jî gava li ser Başûrê Kurdistanê tiştekî nebaş diqewime HDP di cih de helwestekê nîşan dide.   

Ma herî zêde KDP û YNK'ê pêşwaziya Selahattîn Demîrtaş nekir? Di demeke nêz de di serî de bi Osman Baydemîr re bi gelek HDP'iyan re civîn çêkirin û daxuyaniyên hevpar dan. Lê belê gava heyeta HDP rastî pêkûtiyên dewletê tê, endamên wê tê girtin, mişextî dibe, KDP û YNK xwe kerr dike. Herî dawî jî Suleyman Soylu di şexsê Pervîn Bûldan de tevahî HDP'iyan tehdîd dike û dibêje em ê we sax nehêlin, li gel êrîşeke welê giran jî KDP û YNK nabêje 'Em êrîşên bi vî rengî yên li xwişk û birayên me Kurdan û hêzên demokrasiyê tên kirin, qebûl nakin û em ê li gel wan êrîş û tehdîdan têkiliyên xwe di berçavan re derbas bikin'. Li ser vê yekê jî mirov têdigîje ku têkilyên partiyên siyasê yên Başûr bi HDP'ê re ne xwedan prensîp û hevgirtî ne, tenê ji bo xapandina raya giştî ya welatparêzan e.

Xelkê Bakur û tevgera demokratîk a Kurd li beramberî qewimînên li Başûr hesteyar e. Wexta li Başûr tiştekî erênî yan neyênî biqewime sekna xwe nîşan dide. Her çendî ji ber zext û astengiyan carinan nekariye sekneke pir baş nîşan bide jî mirov nikare bêje xemsar e. Tevgera Azadî ya Kurd û gerîla êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê wekî ku li ser xwe êrîş hene, hesibandiye. Gava li Şengal, Mexmûr, Hewlêr û Kerkûkê êrîş hebûn cara ewil gerîla çûn hawara wan. Heta wer ku Serokê KDP Mesûd Barzanî bi xwe çû Mexmûrê malavahiya gerîla û milîsan kir. Ji ber Mexmûr biketa destê dagirkeran ew ê deriyê Hewlêrê ji DAÎŞ'ê re vebûya. Gava li ser Kerkûk metîrsî hebû gerîla demildest çû wir û pêşiya DAÎŞ'ê girt û êrîşên wê pûç kirin.      

Çaxê ku hessasiyeta Kurdan a li ser Başûrê Kurdistanê heye, ma ne diviyabû hêzên siyasî yên Başûr jî li dijî êrîşên HDP dengê xwe bikirana. Ma nikarin bêjin em êrîşên li dijî gelê Kurd ku di qada siyasî de têdikoşe wekî ku li dijî me ye, dihesibînin. Gava ku hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nikarin li dijî êrîşên ku li deverên din diqewimin, derkevin çawa ev ê li benda destekê bin.

Gava mirov li bêdengiya li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê difikire di serî de KDP û hêzên siyasî yên li Kurdistanê, têdigihîje bê ka çima di meseleya Bakur de bêdeng in. Gava ku nikaribin li dijî dagirkeriya ku rasterast wan eleqedar dike, rabin helbet ewê nikaribin li dijî êrîşên li ser HDP û Bakurê Kurdistanê jî rabin.      

Heta niha di êrîşên teyareyên Tirkan de bi dehan sîvîl li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, lê ji bo vê jî reaksiyon nîşan nedan. Ev sekn ne tenê zirarê dide têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê her wiha zirarê dide destketiyên Başûr bi xwe jî. Bi vê seknê mirov nikare wan destketiyan jî biparêze.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA