Partiya mûxalefetê ya li Îngîltereyê: Divê tecrîd were rakirin!
Serokê partiya mûxalefeta li Brîtanyayê Jeremy Corbyn diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Serokê partiya mûxalefeta li Brîtanyayê Jeremy Corbyn diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Corbyn bi wesîleya hilbijartinan li bajarê Newportê yê Galê bi komek çalakgeran re civiyan ên ku li ser tîşortê wan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Çalakgeran derbarê grevên birçîbûnê agahî dan Corbyn û heyeta ligel wî.
Serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn derbarê Îmam Şîş jî agahî stend ê ku 105 roj in li Newportê di greva birçîbûnê de ye.
Corbyn li eywana ji girseyê re axivî û banga bidawîkirina tecrîdê kir.
Corbyn diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe bi malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike û got ku “Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî, wê tevkariyê li çareserkirina doza Kurdan bike û ew ê şer bi dawî bibe. Ev têkoşîn a edalet û mafên mirovan e. Gelê Kurd li hemû welatan zext li ser wan heye. Ev jî dibe sedem ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Divê em edalet, mafên mirovan û aştiyê biparêzin û ji bo vêya têbikoşin.”