Partiya (AR) a Rusya li hemberî DAIŞ proje pêşkêşî DUMA kir

Partiya (AR) a Rusya li hemberî DAIŞ proje pêşkêşî DUMA kir

Partiya muxalefetê ya Rusyaya Adil (AR) têkildarî rewşa Sûriye û Iraqê projeyek qanûnan pêşkeşî Parlamentoya Rûsyayê kir.

Partiya AR a li Parlamentoya Rûsya xwedî kom e bi serenava “Di alozbûna rewşa Sûriye û Iraqê de têkildarî îxlalkirina mafên komî yên netewe û kêmaran” projeyek pêşkeş kir.

Di projeyê de tê pêşniyarkirin ku bi taybet ji bo trajediya gelê Kurd dijî bê rawestandin, alîkariya leşkerî, teknîkî û însanî ji hikûmetên Sûriye û Iraqê re bê kirin bang li tevahî raya giştî ya cîhanî bê kirin.

Di projeya ku ji parlementoyê re hatiye pêşkeşkirin, wiha hat gotin:

"Ji ber li Komara Ereb a Sûriyeyê û li Komara Iraqê komên terorîst çalak bûn û rewş aloz bû, kêmar rastî şidetê hatin û bû sedem ku komkujî rû bidin. Ji ber vê yekê Dumaya Dewletê (Parlamentoya Rûsya) li hemberî tiştên rû didin pêwîst e aşkera gumanên xwe bîne ziman. Parlamenter diyar dikin ku rêxistina terorîst DAIŞ û komên din ên çekdar li xakên ku bi dest xistine, li hemberî gelê sivîl terora bi xwîn û komkujiyan pêk tînin.

Endamên parlamentoyê bal dikişînin ku DAIŞ herî zêde li hemberî gelê Kurd şidetê bikar tîne û delîlên vê jî li bakurê Sûriyeyê û li hin herêmên Iraqê aşkera derketine holê. Ev hemû dane nîşan didin ku rêxistinên terorê di çarçoveya bernameyeke ku li hemberî gelê Kurd tunekirineke fizîkî ya bi her awayî tevdigerin."

Partiya AR diyar kir, pêşniyar dike ku parlamenter ji bo trajediya gelê Kurd bê rawestandin ji hikûmetên Suriyeyê û Iraqê re alîkariya leşkerî, teknîkî û mirovî bê kirin, parlamenter bang li tevahî li raya giştî ya cîhanê bikin.

AR di berdewama daxuyaniya xwe de got ku, divê Dumaya Dewletê di demekî kurt de ji bo vê terora navneteweyî ya tevahî cîhana modern tehdît dike bê rawestandin û tunekirin, tevahî çavkaniyên wan ên fînansman ku wan xwedî dikin bê rawestandin divê bang li raya giştî ya cîhanê bike.