Partiya Çepên Kesk ji bo Serokatiya Meclîsê Tulay Hatîmogûllari kir namzet

Partiya Çepên Kesk ji bo Serokatiya Meclîsê parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari kir namzet.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî û Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê namzeta partiya xwe pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Meclîsê kirin.

Tîryakî piştî ku namzetiya Tulay Hatîmogûllari Orûç pêşkêş kir, daxuyaniyek da û got, "Mixabin li parlamentê di mijara Serokatiya Meclîsê jî pêwîstî bi lihevkirinê nayê dîtin."

Tîryakî rexne kir ku ti ji tifaqan li ser mijara namzetiyê pêwîstî bi hevdîtina bi partiyên din ên siyasî re nedîtine.

Tîryakî got, "Ji bo namzeta me rêjeya herî bilind a dengan werbigire em ê sibe bixebitin."