Partiya Çep a Kesk sibe wê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike

Partiya Çep a Kesk sibe wê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Partiyê piştî eşkerekirina beyanameyê wê dirûşm û strana bi zimanên Kurdî û Tirkî ya hilbijartinê jî bide danasîn.

Partiya Çep a Kesk ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser lîsteyên wê bikeve hilbijartinê, sibe wê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Beyanname wê sibe li hotêleke Enqereyê bê ragihandin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî wê tev li bibin û biaxivin. Tê payîn ku hevserokên giştî vebêjin bê ka çima dê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. 

Beyanname wê ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ve bê eşkerekirin. Piştî eşkerekirina beyannameyê wê dirûşm bê ragihandin. Di heman demê de strana bi zimanên Kurdî û Tirkî ya hilbijartinê jî wê were danasandin.