Parlementerên Swîsreyê: Em bêdeng namînin!
Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê gelek parlementerên Swîsreyê daxuyanî dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila ji bo daxwazên çalakgeran têkevin nav hewldanan.
Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê gelek parlementerên Swîsreyê daxuyanî dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila ji bo daxwazên çalakgeran têkevin nav hewldanan.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven û girtiyan grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê gelek parlementerên Swîsreyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.
Çalakger Mehmet Alî Koçak ê ku 43 roj in di greva birçîbûnê de ye, Parlementerên Parlementoya Neteweyî ya Partiya Sosyalîst Carlo Sommarûga, parlementerê Partiya Sosyalîst ê Kantona Cenevreyê Carolîne Martî, li ser navê Solîdarîteyê Jean Bûrgermeîster û li ser navê partiya Keskan Jean Rassîaûd tevlî daxuyaniyê bûn.
Parlementeran diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan him li Parlementoya Kantona Cenevreyê û him jî li Parlementoya Federal a Cenevreyê wê pêşniyazan pêşkêş bikin.
BÛRGERMEÎSTER: DIVÊ CENEVRE ROLA XWE BI CIH BÎNE
Parlementerê Solîdarîteyê Jean Bûrgermeîster bal kişand ser grevên birçîbûnê û bêdengiya Swîsreyê û ya hêzên navneteweyî rexne kir. Bûrgermeîster diyar kir ku di demên pêş de wê tevî parlementerên Partiya Çep û Partiya Keskan pêşniyaznameyekê bidin Parlementoya Kantona Cenevreyê.
Bûrgermeîster diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û divê Cenevre bêdeng nemîne û got ku “Bi bikaranîna hemû derfetan divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê serbest werin berdan”
SOMMARÛGA: DIVÊ SWÎSRE TÊKEVE NAV HEWLDANAN
Parlementerê Parlementoya Neteweyî yê Swîsreyê Carlo Sommarûga diyar kir ku Erdogan îro qels e û got ku “Kurd di serî de li ser hemû beşan zexteke mezin heye, li hemberî van zextan divê em bêdeng nemînin. Konseya Federal a Swîsreyê divê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî têkeve nav hewldanan. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û Ocalan karibe hemû mafên xwe bi cih bîne.”
RASSÎAÛD: DIVÊ DAXWAZ WERIN QEBÛLKIRIN
Parlementerê Kantona Cenevreyê yê Partiya Keskan Jean Rassîaûd jî goıt ku “Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û divê civaka navneteweyî têkeve nav hewldanan. Gelê Kurd di serî de divê mafê kêmneteweyan were parastin.”
Parlementerê Kantona Cenevreyê yê Partiya Sosyalîst Carolîne Martî jî got ku “Nabe ku em li hemberî zextên Tirkiyeyê yên li ser mafên mirovan bêdeng bimînin. Ji bo qebûlkirina daxwazên çalakgeran divê hevgirtina di qada navneteweyî de were xurtkirin.”