Parlementerên HDP’ê li meclîsê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Parlementerên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li meclîsê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Parlementerên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li meclîsê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
HDP ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê ya ku pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin û ji bo rojiya mirinê ya ku îro hatiye destpêkirin yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tê kirin, li meclîsê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Serokwekîlên Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç jî di nav de, endamên HDP’ê berdilkên ‘Bila Leyla Guven bijî’ li xwe kirin û li pêşiya deriyê nimreya 1’an a meclîsê li hev kom bûn.
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku Leyla Guven 6 meh in di greva birçîbûnê de ye û got ku “Leyla Guven ji bo mafekî zagonî dest bi vê çalakiyê kir. Guven xwest ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Ev daxwaz li hemû girtîgehan hate belavkirin. Heta niha 8 kesan li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîn. Îro jî 15 kesan dest bi rojiya mirinê kirine. Em bang meclîsê û Wezareta Edaletê dikin ku divê peywira xwe bi cih bînin.”