Parlamenterên Baskê xwestin ku Zeyneb Celaliyan bê berdan

Parlamenterên herêma Baskê piştgiriya xwe ji kampanya azadî ji bo Zeyneb Celaliyan anîn ziman.

Parlamenterên herêma Baskê ya Spanyayê Mertxe Aizpurua û Oihana Etxebarrieta mohra xwe danîn binê kampanya ji bo azadiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan.

Her du parlamenteran têkildarî rewşa Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî yên li Îranê pêşnûmepirsek pêşkêşî Parlamenta Spanyayê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Zeyneb Celaliyan ji 20 Hezîranê ve li girtîgeha Qereçekê di greva birçîbûnê de ye. Her wiha ji ber vîrusa koronayê jî jiyana wê di metirsiyê de ye.