Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Parlementerê AKP’ê Alpay Ozalan li Meclîsê êrîşî Gergerlîoglû kir

Amîrê Îdareya Meclîsê ya AKP’ê êrîşî parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû kir.

Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku ji aliyê meclîsa Tirk parlementeriya wî hate betalkirin, li Desteya Giştî ya Meclîsê êrîşî wî hate kirin.

Parlementerê AKP’ê yê Îzmîrê û Amîrê Îdareya Meclîsê Alpay Ozalan xwest Gergerlîoglû ji meclîsê derxîne.

Gergerlîoglû jî got ku “Heta ji min bê, ez ê li meclîsê li ber xwe bidim” û diyar kir ku ew ê ji meclîsê dernekeve.