Parlamenterên Swêdî çûn serdana KCD’ê

Parlamenterên Swêdî çûn serdana KCD’ê

Parlamenterên Swêdî, di serdana xwe ya li Kongreya Civaka Demokratîk de piştgirî dan pêvajoya çareseriyê û xwestin, dewleta Tirk berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Parlamenterê Partiya Çepgir a Swêdê Jacob Johnson da xuyakirin, ku ew şopdarên pêvajoyê ne û bang li dewleta Tirk kir, ku hemû girtiyên siyasî serbest berde.

Parlamenterê Çepgir ê Swêdî Jacob Johnson û endamê Partiya Demokrat a Sosyal Yilmaz Kerîmo, di serdana xwe ya KCD’ê ya li Amedê de ji aliyê endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Edîp Yaşar û Seydî Firat, endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Ozberk ve hatin pêşwazîkirin.

Parlamenterê Çepgir Jacob Johnson, ku berî niha di rûniştina doza „KCK“ê ya darizandina parêzerê mafên mirovan Mûharrem Erbey de jî amade bû, bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya çareseriyê ya destpê kiriye.  Johnson, der heqê vekişîna gerîla de kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir, ku divê êdî Tirkiye gavan bavêje.

Parlamenterê Swêdî di vê çarçoveyê de ji dewleta Tirkiyê xwest, girtiyên siyasî serbest berde.

Ji Partiya Demokrat a Sosyal a Swêdî Yilmaz Kerîmo jî bibîr xist, ku ew Mêrdînî ye, neçar maye ji welatê xwe koç bike û girîngiya pêvajoyê nirxand.

Kerîmo diyar kir, ku gerîla vedikişe û got, „Pêwîste êdî Tirkiye berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Pêvajo ji aliyê gelê Kurd ve destpê kir, êdî dor hatiye Tirkiyê.“

Kerîmo destnîşan kir, ku ewê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.

„DIVÊ PÊVAJO JI DEST NEYÊ REVANDIN“

Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Edîp Yaşar jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyeta Swêdî anî ziman û destnîşan kir, ku ji çarşemê û pê ve li Tirkiyê ji bo jiyaneke nû ya demokratîk pêvajoyeke nû destpê kiriye.

Yaşar diyar kir, ku pêvajo yekitî û demokrasiyê xurt dike û got, „Divê ev pêvajo ji dest neyê revandin. Ji bo vê jî, pêwîste Tirkiye berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Bi taybetî, divê nasnameya gelê Kurd nas bike û bi destûra bingehîn ewle bike.“

Yaşar da xuyakirin, ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo mafê hemû gelên bindest têdikoşe û xwest, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Yaşar her weha anî ziman, ku ji bo ronîkirina bûyerên kiryarên wan ne diyar, lazime di vê pêvajoyê de Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin.

„TEVGERA GERÎLA PÊŞÎ LI TIRKIYÊ VEKIR“

Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat, ku di sala 1999’an de weke endamê Koma 1. a Aştiyê derbasî Tirkiyê bû û bi salan di girtîgehê de ma, da xuyakirin, ku tevgera gerîla li Tirkiyê pêşî li gelek pêşketinan vekiriye û gelê Kurd jî xistiye rojevê.

Firat ragihand, ku ew li pişt pêvajoya çareseriyê ne û destnîşan kir, ku ji bo ev pêvajo biçe serî divê di serî de dewleta Tirk, her beşên civakê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Firat got, „Aştiya edaletê bi xwe re bîne, aştî ye. Eger bê edaletî dewam bike, aştî mayînde nabe.“

Dayika Aştiyê Emîne Ozberk jî diyar kir, ku divê dewleta Tirk di mijara çareseriyê de ji dil be û berpirsyariyên xwe bicih bîne.

Heyeta Swêdî, piştî serdana KCD’ê, we girtîgehê ziyaret bike.