Parlamenterên Kurd ên li Elmanyayê bang li hikumetê kirin

Li Elmanyayê 5 parlamenterên Kurd ên li meclîsên eyaletê û federal ji bo bidawîbûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyeke hevpar ji hikumeta federal re nivîsîn.

Parlamenterên ku mohra xwe danîn binê deklarasyonê: Endamên Partiya Çep ên Meclîsa Federal Gokay Akbûlût, Helîn Evrîm Sommer, endama Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û endamên Partiya Çep ên Eyaleta Bremenê Mazlûm Koç û Cîndî Tûncel.

Parlamenterên Kurd bi rengekî lezgîn daxwazeke bi vî rengî ji hikumeta federal kirin:

- Divê daxuyaniyeke şermezarkirina Tirkiyeyê bê kirin ku Tirkiyeyê Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

- Tirkiye vê dagirkeriya ku qanûnên navneteweyî binpê dike bi dawî bike û yekîneyên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne.

- Li dijî Tirkiyeyê di asta navneteweyî de ambargoya çekan bê ferzkirin.

- Otonomiya Kurdan ji aliyê 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bê misogerkirin.

- DAÎŞ'iyên li girtîgehên li herêmê li dadgeheke navneteweyî bên darizandin.