Parlamenterê Swîsreyî: Erdogan şewbê li dijî Kurdan bi kar tîne

Parlamenterê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle destnîşan kir, ku Erdogan mîna dîktatorekî şewba Covîd-19 kiriye amûreke zordariyê ya li ser Kurdan û hemû beşên mûxalîf.

Parlamenterê Parlamenta Federal a Swîsreyê yê ji Partiya Karker Denîs de la Reûssîlle bi pêşnûmeyekê bal kişand ser zext û zordariya ku dewleta Tirk di dema Covîd-19 û beriya wê li dijî Kurdan û mûxalîfan dike.

'GEL HILDIBIJÊRE, ERDOGAN DIGIRE'

Parlamenter De la Reûssîlle got, "Mîna gelek dîktatorî di vê dema krîzê de, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan şewba Covîd-19 ji bo xwe kiriye firsend. Şewbê li dijî hindikahiyan û mûxalîfan weke amûreke zordariyê bi kar tîne."

Bi dewamî got, "Di bihara 2019'an de di hilbijartinên şaredaiyan de HDP'ê bi taybetî li rojhilat û başûrrojhilatê welêt gelek şaredarî, nêzî 65 şaredarî bi rengekî demokratîk qezenç kir. Lê belê niha 45 ji wan şaredaran ji wezîfeyê hatine girtin û Serokkomar Erdogan rêveberên xwe daniye şûna wan. Ji serokên şaredariyên hatine hilbijartin 21 ji wan niha girtî ne."

Parlamenter De la Reûssîlle endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha desteserkirina wekîltiya Parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari bi bîr xist û got, "Ev hemû li Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdariyeke mûxafazakar a Îslamî ya bi rêveberiya Erdogan bi rengekî nehiqûqî tên kirin."

Parlamenter De la Reûssîlle ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo hilbijartiyên girtî berde.

HELWESTA SWÎSREYÊ YA LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ PIRSÎ

De la Reûssîlle bi dewamî ev pirs li Konseya Federal a Swîsreyê kir:

"Konseya Federal ji bo hunermendên Grûp Yorûm ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan, ketibû nava hewldanan?

Hikumeta Federal difikire ku ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê bi însiyatîf û berpirsyariyê rabe, li dijî vê hikumeta dîktator pêkanînan bixe rojevê, bi taybetî jî pêkanînê aboriyê bixe rojevê?"