Parlamenterê Awûstûryayî Pilz: PKK ne rêxistina terorê ye
Parlamenterê Awûstûryayî Pilz: PKK ne rêxistina terorê ye
Parlamenterê Awûstûryayî Pilz: PKK ne rêxistina terorê ye
Parlamenterê Partiya Keskan a Awûstûryayê Peter Pilz destnîşan kir, ku divê navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.
Pilz li ser berxwedana li Kobanê û mijara statuya qanûnî ya PKK'ê li Ewropayê, civîneke çapemeniyê lidar xist. Pilz diyar kir ku artêşa Tirk ne kozikên DAIŞ'ê, çeperên PKK'ê bombebaran dike û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide hikûmeta AKP'ê li Tirkiye û Sûriyeyê bi DAIŞ'ê re di nava tifaqekê de têdikoş e.
Pilz ragihand ku di vê têkoşînê de pêwîstiya Kurdan bi tevahiya desteka Ewropayê heye û anî ziman ku PKK rêxistineke terorê nîne. Pilz da xuyakirin ku PKK di roja îro de ji bo Kurdên li Tirkiyeyê, yekane sîstema parastinê ye.
Pilz da zanîn ku ji bo Yekîtiya Ewropayê êdî dem hatiye PKK'ê ji nav lîsteya rêxistinên terorîst derxîne û destnîşan kir ku hikûmeta Tirk û partiya Erdogan ji bo bikevin vê lîsteyê namzetên nû ne.
Pilz diyar kir ku girîng e Awûstûrya di vê mijarê de nîşaneyeke zelal bide Tirkiyeyê û ragihand ku divê Wezareta Karên Derve bang li sefîrê Tirkiyeyê bike û jê re diyar bike ku Erdogan asta krîtîk zûdeyî derbas kiriye.