Parlamentera Îngîlîz Hîllîer: Divê li Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin
Parlamentera Îngîlîz Hîllîer: Divê li Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin
Parlamentera Îngîlîz Hîllîer: Divê li Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin
Parlamentera Partiya Karkeran a Hackney Meg Hîllîer bibîr xist Kurd li Kobanê bi komkujiyekê re rû bi rû ne û diyar kir “Piştgiriya hêzên navneteweyî têr nake.”
Parlamentera Partiya Karkeran a Hackney Meg Hîllîer têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê daxuyaniyek da, diyar kir ciwanên Kurd meheke li Kobanê li hemberî cîhadîstên Îslamî di nava berxwedanê de ne û mijara ku hêzên navneteweyî alîkariya pêwîst nedan jî rexne kir. Parlamenter Hîllîer diyar kir wê mijarê bibe Parlamentoya Pêkhateyên Qraliyetê û got ku tevî Tirkiye dikare jî lê li sînor bi tangan bûyeran temaşe dike. Parlamenter Hîllîer bi berdewamî wiha got: “Li Kobanê mirov tên qetilkirin û Tirkiye lê dinêre. Topbarana hêzên koalîsyonê jî di vê mijarê de pir kêm dimînin. Di rewşa heyî de divê li rex Kurdan li hemberî DAIŞ tevbigerin. Ger Tirkiye dixwaze bikeve YE divê berpirsiyartiyên xwe yên navneteweyî bicîh bîne.”
‘JI KOMKUJIYÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BERPIRSIN’
Meg Hîllîer diyar kir Kurd di nava berxwedanekê de ne û wiha got: “Yekîneyên Parastina Kurdan (YPG) em dibînin bi lehengî bajarê Kobanê diparêzin. Li hemberî çekên giran ên DAIŞ bi derfetên kêm û çekên biçûk li ber xwe didin. Ji bo pêkanîna pêdiviyên lojîstîk ên pêwîst pêwîstiya lezgîn bi vekirina korîdoreke alîkariyê heye.”
Hîllîer di dawiyê de daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî Moon a têkildarî mijarê bibîr xist û banga divê teqez bikevin nava tevgerê kir û banga Serokê Kantona Kobanê Enwer Mûslim a “Komkujiya li Kobanê çêbibe hêzên navneteweyî berpirsin” bibîr xist.