Parlamenter Kurt li Konferansa Partiya Karkeran a Îngîlîstanê ye

Parlamenter Kurt li Konferansa Partiya Karkeran a Îngîlîstanê ye

Parlameneterê BDP’ê Adil Kurt ku tevli konferansa salane ya Partiya Karkerên Îngîlistanê bû, diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd mifteya aştiyê ya Rojhilata Navîne û da zanîn ku ew wek BDP’ê di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê ji bilî çareseriya demokratîk riyek din nîne.

Konferansala salane ya li Brîghtonê ji aliyê partiya Karkeran a Îngîlîstanê pêk hat gelek kes tevli bûn.

Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt ku ji aliyê Partiya Karkeran û Koma xebata UCFL (United Comminities for Labor) ve hat vexwendî kirin, di konferansê de axaftinek kir.  Kurt  der barê geşedanên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de axaftinek kir.

Parlamenterê Londonê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbany ligel Kurd bû. Kurt balkişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin.

Kurt wiha got. “hezar û 600 km sînorê Tirkiyeyê bi Kurdistanê re heye. Ji bo kaossa siyasî û civakî ya li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê veguhere çareseriyeke demokratîk Tevgera azadiya kurd rola sîgorteyê dilîze.  Pêvajoya aştiyê ji bo tirkan ne wendahiye, ji bo her du gelanjî têkoşîna înşakirina pêşerojeke azad û wekheve.

Kurt diyar kir ku ew êdî ne li hebûna kurdan, li kurd çawa tên nasînê digerin û wiha pê de çû: “Aştî teqez dê qezenc bike. Kurd dê bigihêjin statuyekê. Li Rojhilata Navîn bi pergaleke konfedratîk a nerm dê derfetên gera serbest hebin. “

Diyalog û muzakereyên bi hewldana Birêz Ocalan îro tên kirin, ji hevdîtinên Osloyê cudatirin û got ev hevdîtin gelek girîngin.

Kurt wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niyeta çareseriyê bi pêngavên biçûk tê nîşandan.  Bi Polîtîkayên înkar û redkirinê kurd bi salan tune tên hesibandin.  Ji kurdan re gotin tirkin, AKP, CHP û MHP’ê ji kurdan re gotin ‘welatiyên tirk yên koka wan kurd’. Lê em dibêjin welatiyên kurd yên Tirkiyeyê. Werin em vê ji rakirina kokê destpê bikin.”

Kurt balkişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê û got yekemîn bikaranîna çekên kîmyewî di sala 1913’an de Şelalîze li ser kurdan pêk hatiye û got ew wek kurd û BDP’ê bagn li hemû welatan dikin ku bila ev çek bên îmhakirin.

Di konferansê de sefîrê Londonê yê Tirkiyeyê Ahmet Unal Çelîkoz dê pêşandanekê bike.

Kurt jî dê ligel konferansê biçe serdana saziyên din.