Parlamenta Portekîzê der heqê Tirkiyeyê de biryara şermezarkirinê da
Parlamenta Portekîzê bal kişand ser qetilkirina sê siyasetmedarên jin û biryara şermezarkirina AKP'ê da.
Parlamenta Portekîzê bal kişand ser qetilkirina sê siyasetmedarên jin û biryara şermezarkirina AKP'ê da.
Parlamenta Portekîê, înfazkirina sê jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 5'ê Çileyê de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, şermezar kir. Di metna şermezarkirinê de, nerazîbûn ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê re hat nîşandan û hat gotin, "Bêyî ku pozîsyonek li hemberî hikûmeta Tirk bê nîşandan, êdî rêveçûn nepêkan e."
DANEZANA ŞERMEZARKIRINÊ
Danezana biryara şermezarkirinê ya ji aliyê Parlamenta Komara Portekîzê ve hat wergirtin bi vî rengî ye:
"Hêzên ewlekariyê yên rejîma Erdogan, bi hinceta têkoşîna li dijî terorê, di serdegirtina şeva 4'ê Çileyê de sê aktîvîstên femînîst ên tevgera Kurd qetil kirin.
Endama Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr a 41 salî, di heman demê de aktîvîsteke femînîst a têkoşîna ji bo mafên gelê Kurd bû û yek ji amadekarên Kurdistan Femînîst Karavan bû, ku 4. Meşa Jinên Cîhanê ya Enternasyonal lidar xist.
Jineke gelekî mezin bû, ku li dijî bindestiya gelê Kurd ji bo azadî û mafên jinê ti carî ji têkoşînê venegeriya. Ji ber ku bi biryardarî ev doz meşand, 5 salan li girtîgehê hat ragirtin.
Li dijî rejîma li Tirkiyeyê, 68 rojan greva birçîbûnê meşand, sax ma û ji rêya xwe venegeriya.
Hêz û biryardariya wê, ji aliyê hêzên zordar ve weke gefeke mezin hat dîtin.
Tevî wê, 2 aktîvîstên din ên jiyana xwe ji bo 'cîhaneke din' a demokratîk, laîk, femînîst û azadiya gelan feda kirin, jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Ûyar.
Van her sê jinan, ji bilî têkoşîna ji bo azadiya jinê û mafên sivîl û rewa yên gelê xwe, ti tişt nekirin. Lewma mirina van her sê jinan, bûyereke tekane nîne. Parçeyek ji zilma otorîteyên Tirk a li hemberî gelê Kurd e.
Helwesta hikûmeta Erdogan a ku maf û azadiya sivîlan tine dihesibîne, nikare zext û zilmê binixumîne.
Bêyî ku pozîsyonek li hemberî hikûmeta Tirk bê nîşandan, êdî rêveçûn nepêkan e.
Ji bo êrîşên li hemberî girseyan rewa nîşan bidin, îdîa dikin ku gefa terorîstan heye. Divê em vê îdîayê red bikin.
Windahiya van jinan, tevgera femînîst xizan kiriye, cîhan bêhtir gewr kiriye.
Parlamenta Komarê ya di 8'ê Çileya 2016'an de li hev civiya, xemgîniya xwe ya ji ber vê bûyera elem bilêv dike, ji malbatên qurbaniyan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwaze, silav û hurmetên xwe pêşkêş dike û hemû êrîşên li hemberî mafên mirovan û azadiyê yên li Tirkiyeyê şermezar dike."