Parlamenta Hewlêrê Tirkiye şermezar kir, gelo wê Rojava nas bike?
Parlamenta Hewlêrê Tirkiye şermezar kir, gelo wê Rojava nas bike?
Parlamenta Hewlêrê Tirkiye şermezar kir, gelo wê Rojava nas bike?
Parlamenta Herêma Kurdistana Federal, şîdeta Tirkiyeyê ya li hemberî çalakiyên ji bo Kobanê şermezar kir û bang li rayedarên Tirk kir ku guh bide daxwazên çalakgeran. Lê belê tevî banga 63 wekîlan jî parlamentê daxuyaniyek balkêş da û diyar kir ku erka parlamentê ya naskirina Kantonên Rojava nîne. Çalakgerên li Hewlêrê ji bo nîşandana helwesteke zelal ji bo Kobanê 48 roj nas kiribûn jî, îro rêya bingehîn a li ber parlamentê li çûn û hatinê girtin.
Li dû greva birçîbûnê ya li ber Parlamenta Kurd bi armanca piştevaniya Kobanê hat lidarxistin, roja 8'ê Cotmehê bi beşdariya bi hezaran kesî meşek hatibû lidarxistin. Di 9'ê Cotmehê de jî çalakgerên greva birçîbûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, daxwazên xwe ji parlamentê re ragihandibûn.
Çalakgeran ev daxwaz anîbûn ziman: "Divê Parlament di nava 48 saetan de rûniştineke taybet lidar bixîne û ji bo Kobanê helwesta xwe nîşan bide", "Divê Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî bên naskirin. Ji xwe heta niha 34 partiyên siyasî bi awayekî fermî kanton nas kirine û hejmara kursiyên van partiyan li parlamentê 62 ye. Ev wekîlên ku xwedî piraniya kursiyên li parlamentê ne, divê desteka xwe di pratîkê de jî nîşan bidin", "Pêwîste deriyê Sêmalka bi awayekî fermî bê vekirin, hemû ambargoyên li ser Rojavayê Kurdistanê bê rakirin", "Ji bo alîkariya leşkerî ya ji Kobanê û Rojavayê Kurdistanê re, bi lezgînî biryar were girtin."
YNK, PDK, Tevgera Goran, Komelea Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê soz dabûn ku van daxwazan pêşkêşî Serokê Parlamentê bikin.
Ji ber bêdengiya parlamentê, îro rêya bingehîn a li ber parlamentê li çûn û hatinê hat girtin. Li ser rê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
TIRKIYE HAT ŞERMEZARKIRIN
Di daxuyaniyeke ku îro ji aliyê Serokatiya Parlamenta Hewlêrê ve hat kirin de, şîdeta li hemberî gel a di çalakiyên 6'ê Cotmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpê kirin hat bikaranîn, hat şermezarkirin. Parlamentê bibîr xist ku di bûyeran de 39 kesan jiyana xwe ji dest dane û got, "Em weke serokatiya parlamenta Kurdistanê wan êrîşan û bikaranîna şîdetê ya li dijî xwepêşandêran şermezar dikin. Em daxwazê ji deshilatdarên Tirkiyê dikin ku li cihê kuştin û girtina xwepêşanderên sivîl, guh bidin daxwazên wan ên ligel daxwazên Neteweyên Yekbûyî û welatên hevpeyman ên li dijî DAIŞ’ê û ji bo li hewara şervanên qehreman ên Kobanê biçin.”
Serokatiya parlamenta Herêma Kurdistanê piştgiriya daxwazên welatiyên kurd kir û di dawiya daxuyaniya wan de wiha tê gotin: “Serokatiya parlamenta Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo daxwazên tevayî xwepêşanderan, piştgiriya wan a ji bo Kobanê û tevayî welatên cîhanê dubare dike. Serbilindî ji bo şehîdên Kobanê, silav li berxwedana xwepêşanderan li her li kûderê be.”
GELO ERKA PARLAMENTÊ NÎNE?
Li aliyê din li gorî ajansa nûçeyan Rojnews a ku berî demeke kurt dest bi weşanê kir, parlamenta Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku erka wan a naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê nîne.
Di belavoka bersiva daxwaznameya 63 parlamenteran de ku di 29'ê Îlonê de hat îmzekirin Serokatiya Parlamenta Başûr diyar kir ku ti erka wan a naskirina Kantonên Rojava nîne.
Serokatiya Parlementê bi du xalan daxwaza 63 parlamenteran a naskirina kantonan red kir. Serokatiya Parlamentê di xala yekemîn de diyar kir ku diviyabû ev daxwaz ji aliyê herêmên Rojava ve bihata kirin. Di xala duyemîn de jî hat gotin ku ti erka Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya naskirina Kantonên Rojava nîne.
Parlamenterê berê yê fraksyona Goran Ednan Osman da xuyakirin ku Serokatiya Parlamentê rêz li 63 parlamenterên xwe negirtiye û destnîşan kir ku serokatiya parlamentê li gorî xwe belavok û daxwaznameyan dinivîsîne.