Parezvanên mirovan ên Elman serdana Nobeta Ocalan kirin

Komeke parazvanê mafê mirovan a Elman ku serdana Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan kirin, têkilî tecrîd û bûyerên li Kurdistanê agahî standin.

Ji her beşê civakê eleqeyeke zêde ji bo Nobeta Ji Ocalan re azadî heye ku li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê ya Fransayê didome.
Duh komeke Elman a ji parezvanên mafê mirovan pêk tê, ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê (KE)  serdana xwe kirin, seriyek dane çalakiya nobetê jî.

DERBARÊ POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û FAŞÎZMÊ AGAHÎ DAN

Koma Elman ku hatî qada nobetê ji hêla nûnerê Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê yê HDP'ê Fayik Yagizay ve hatin agaharkirin. Parezvanên mafê mirovan ên Elman ku serdana nobetê kirin, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda giran ku ev 2 sal in nahêlin malbata xwe jî bibîne pirs kirin û rahiştin broşûrên ku li çalakiyê dihatin belavkirin.

Nûnerê HDP'ê Yagizay li gel rewşa Ocalan bal kişande ser polîtîkayên faşîzan ên li ser HDP'ê, DBP'ê, muxalefetê, parezvanên mafê mirovan û rewşanbîran.

Dema serdanê ku nîv saetê dom kriî, yek ji endamê komîteya amadekar a çalakiyê Zulkuf Bîngol jî li ser polîtîkayên faşîzan ên Erdogan û geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê agahî bi koma Elman re par ve kir.

HETA NIHA BI HEZARAN KES HATIN AGAHDARKIRIN

Nobeta Ji Ocalan re Azadî  ya li Strasboûrgê yek ji çalakiya herî domdirêj a li Ewropayê ye ku heta niha bêyî ku rojekê jî navberê bidinê dom kiriye. Çalakiya nobetê 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû. Di çalakiyê de heta niha bi sed hezaran mirovên ji welatên cihê bi broşûr, belavok û pirtûkên biçûk û bi devkî hatine agahdarkirin.