Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane ya bi muwekîlê xwe re serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi muwekîlê xwe Ocalan re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê qebûlkirin çav lê ye sibe biçin Girava Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê pêkbînin.

Hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ango nêzî du salane bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “rewşa hewayê”, “keştî li tehmîrê ye” û “keştî ji tehmîrê vegeriya lê ewraq kêmin” tên astneg kirin.