Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayî ya heftane bi muwekilê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide çav lê ye ku parêzer sibe biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Ji wê demê heta niha serlêdan bi hincetên “keştî xerabeye”, “muxalefeta hewayê” û “keştî ji tehmîrê hatiye lê ewraq kêmin” têne astengkirin.