Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi wekîlê xwe re hevdîtina heftane pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi wekîlê xwe Ocalan re pêkbînin vê sibehê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide çav lê ye parêzer sibe hevdîtinê bi Ocalan re pêkbînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê” û “Keştî ji tehmîrê vegerî bes ewraq kêmin” hevdîtin têne redkirn û astengkirin.