Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi muwekîlê xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ji Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bê dê parêzer sibe hevdîtinê bi Ocalan re pêkbînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ango 664 roje serlêdana dikin û hemû selêdan bi hincetên weke “Keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “keştî ji tehmîrê hat, lê ewraq kêmin” tê asteng kirin.