Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Îdareya Girtîgeha Îmraliyê û Dozgerê Komarê yê Bûrsayê bersiva erênî bidin parêzeran, parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de 540 rojin nikarin biçin Îmraliyê. Parêzeran heta niha 150 caran serlêdan kirin û her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye" "Hewa nebaşe."Belgeya keştiyê tuneye" hate redkirin.

Li aliyê din jî 14’ê Çileyê roja Duşemê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Dayîka Bayram Kaymaz yê li Îmraliyê girtîne Medîne Kaymaz û xwişka Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêkanîbûn.