Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlûm Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serlêdana parêzeran bê pejirandin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 594 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 165 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.