Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêpejirandin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 589 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 164 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.
Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li xwe mikur hatibû û gotibû, em destûrê nadin parêzer biçin Îmraliyê.