Parêzerên Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, mafê "serdanê, nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê û hevdîtina bi parêzeran re" li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş qedexe kir. Piştî ku biryara qedexeyê ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve hate erêkirin, parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

'HIQÛQA NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ HATINE BINPÊKIRIN'

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) di serlêdana parêzerên Ocalan de hate ragihandin ku serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re 6 sal û 10 meh in, serlêdanên ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê jî 3 sal û 2 meh in ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve tên redkirin.

Hate ragihandin ku Qedexeya Cihêkariyê, Mafê Hurmeta li Jiyana Taybet û ya Malbatê, Mafê Darizandina Adîl û Qedexeya Êşkence û Kiryarên Xerab ên Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin.

'DELÎL NÎNE'

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku biryara qala wê tê kirin ji gelek aliyan ve li hiqûqê nayê û hate gotin, "Ti delîl û belge nînin ku nîşan bidin serdana malbatê li dijî hiqûqê ye." Parêzeran diyar kirin ku qedexekirina serdana malbatê binpêkirina hiqûqê ye.

Parêzeran dan xuyakirin ku bi biryara qedexekirinê re Destûra Bingehî hatiye binpêkirin û bi bîr xistin ku hemû cezayên dîsîplînê yên ku di daxwaza dozgeriyê û biryara dadgeriyê de cih digirin, cezayên dîsîplînê yên navbera salên 2005-2009'an e.

'DIVÊ STANDARTÊN DMME Û CPT BÊN DÎTIN'

Di metna serlêdanê de hate gotin, hevdîtinên bi parêzeran re bi rengekî ku li dijî hiqûqê ye, hatine qedexekirin û ji bo vê jî hincetên li derveyî hiqûqê hatine nîşandan.

Parêzeran destnîaşn kirin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), standartên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û raporên li ser Tirkiyeyê hatine amadekirin bên dîtin.

Di metna serlêdanê de hate gotin, "Ji ber van sedeman, pêwîste şert û mercên giran ên tecrîdê weke binpêkirina qedexekirina kiryarên xerab û êşkenceyê bê dîtin."