Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîninserî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a sêşemê bi hinceta "keştî xirab" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 617 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê heya niha serlêdana parêzeran bi hincetên "rewşa hewayî", "keştî xirabe ye" û "keştî di temîrê de ye" tê astengkirin.