Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li rayedaran dan.

Parêzerên Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an de parêzerên xwe dît, piştre heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbû parêzerên xwe bibîne.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer serî li rayedaran didin, lê belê bêbersiv tên hiştin. Ne erê ne jî na bersivekê nadin parêzeran.