Parêzerên Ocalan dîsa rastî astengiyê hatin

Parêzerên Ocalan dîsa rastî astengiyê hatin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa bi hinceta muxalefeta hewayê heye destûr nehat dayîn. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Mazlum Dînç û Mehmet Devran Devrim, ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan. Lê rayedaran dîsa bi hinceta muxalefeta hewayê heye, serlêdana parêzeran red kir û destûr neda parêzer biçin Îmraliyê. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 132 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaşe û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.