Parêzerên Ocalan cara 782'an serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 782'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 782'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Abdulmecît Yildirim ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin cara 782'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin, lê bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê", "rewşa awarte" serlêdanên wan nayên qebûlkirin.